
2013 tarihli Sewra Azadî, Cegerxwîn'in en bilinen eserlerinden biridir. Avesta Basın Yayın baskısıyla 232 sayfadır. Sewra Azadî için okurların en çok beğendiği sözler bu sayfada bir araya getirildi.
Sewra Azadî'dan En Beğenilen Alıntılar
Kitaptan en etkileyici sözleri sizin için derledik; ama yine de en etkili söz, sizin beğendiğinizdir.
Şam şekir e welat şêrîntir e
Sewra Azadî, Cegerxwîn
...
Qêrin dikim ez kes nabihîzîd
Sewra Azadî, Cegerxwîn
" Bağıryorum kimse duymuyor "
Dınya nedi rûgeş û periweş me weki tû
📖 Sayfa 410 · Sewra Azadî, Cegerxwîn
Ah çend e tû şerin û xweş û çavbeleki tû
Çıbkım ko ne yara kes û herkes ji te hêvi
Dil nadi bi kes çıko çerx û feleki tû
...
...
📖 Sayfa 384 · Sewra Azadî, Cegerxwîn
Ev Silaheddin bê gomane kurd
Ji bo me kurdan tıştık nekir, mird
...
...
📖 Sayfa 465 · Sewra Azadî, Cegerxwîn
Perwane me şewqa te seraser me bisojit,
İdi bese ev jin û ciwani bı keder mın.
Çend sal e di vê rê de seraser li me borin, Peyda nekırın rengê te pir naz û huner min.
...
Hey welat bo çi perçe perçe maye bin destê neyar.
Sewra Azadî, Cegerxwîn
...
📖 Sayfa 297 · Sewra Azadî, Cegerxwîn
Li ser singa te sêçar xet kışandın
Weki berzex ji hevdi raqetandın
Lı her ali milên me raşıdandın
Şev û rojan seraser ev sitem tê
Nebi bawer bıki ko nahısım pê
...
...
📖 Sayfa 205 · Sewra Azadî, Cegerxwîn
Pêtek ji evina te dı dil de digerinım,
Dil pê dikewinım.
Dermanê evina me çi ye bo me bibêje,
Ger dûr û dirêj e.
Dermaneki pır qence mirin ez dınıvinım,
Ferhad ê Şırin ım.
...Di xan û sera de tu şêrin dibi; Li singa ciwanan tu şêrin dibi.
📖 Sayfa 72 · Sewra Azadî, Cegerxwîn
Bes e, xameya nav-şırin û şırin, Ciwanim ji bo çı ceger bûye xwin.
Ji bo her kesek yarek heye ê min welat yar e
Sewra Azadî, Cegerxwîn
...
..
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Du derdên me hebûn dijwar û xeddar
Xizanî yek, ewê dî her nezanî
..
...
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Tu carî namrin Kurd û Kurdistan
...
Rê û rê ez çûm dil jar û xemgîn
Sewra Azadî, Cegerxwîn
...
...
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Lê bi kuştin û bi zindan milletê kurd namirin
Hey welat heqê me ye, lê em ji xew nabin şiyar
Sewra Azadî, Cegerxwîn

Pir şerm e ku her kes xwedî ala û sera bin
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Lê Kurd bi tenê herr li dinê bê kir û kêr bî
Ez bendeyê lutfa te me,
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Dil girtiyê zilfa te me,
Naçare mame bê mefer.
Em tev de kurê kurd û divê kurd bibî yekdil
Sewra Azadî, Cegerxwîn
...
Qelen , yekîtî ê xwîn û xwendega ye
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Tu kîjanê bibî bo te seza ye
Ne pir maye kurê min ey Cegerxwîn
Hûnê serbest bibin mizgîn û mizgîn ..:
Ey Kurd ji xewa dîlî helse êvar e
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Ev xewa bê pîvan, hezar sal e dijwar e
...
Çavê xwe veke, serê xwe rake, dema te ye bes
Di navbera me de ceng û kuştin û hawar e.
Heyf e tu kurê Rustem û Guhderz û Silahî
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Îro tu di gundê beg û axa de felah î
Sonda me xwîna Seîd û Qazî
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Hetta bi zorê tu min nexwazî
Ez dê binalim hewarî û gazî
Ew xewna we dît tev derew derket
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Tu carî namirin Kurd û Kurdistan
...
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Ta kengî emê hestiyê ber lingê sega bin
Axîn welatêm zanim tu qîs î
📖 Sayfa 16 · Sewra Azadî, Cegerxwîn
Çibkim ko dijmin bi te dîlîzî
Qêrîn dikim ez kes nabîhîzî
...
📖 Sayfa 369 · Sewra Azadî, Cegerxwîn
Cıhê xwe têde ne dibû nermi
Li cem wi yek bûn serma û germi
Hov bû çı zani dosti, hevali
Jê re weki hev şêrin û tali
Ne di, ne bin kır carek gulên geş
Tir lê ne barin ji ebriwên reş
Belki du sed car bûye bırindar
Lê ew nızani evin, evindar
...
Ew hemî aw û zevî,ma qey ne ê kurd, ê we ne
📖 Sayfa 23 · Sewra Azadî, Cegerxwîn
Hûn tenê şehzade ne ,lê ê dî em tev kolê ne
Hûn şerîf û devlemend in ,em xulam û bende ne
Na!Ne rast e ,em şerîf in hûn dizê malê me ne
Welat tu Kurdistan
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Hemî bax û bistan
Tu maye her destan
Belê dinya dor e
Ser bi reş û şîn î
Jar û dil birîn î
Millet te nabînî
Kurd e kerr û kor e
Hetta di işqê wernebî dil wek biyoke zer nebî
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Wek Mem evînperwer nebî ma te bi wê Zînê çikî?
Divê hûn bi hevaltî ya zehmetkêşan dewleta
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Welatê xwe bi mêranî ji dêwê sêserî bistênin.

Lo lo pismamo çima dey nakî?
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Serê xwe carek bilind ranakî!
Leşkerê dijmin li çiyayê jorîn
Weke xweşmêran ji hev bela nakî
Şîp û şirrik, çem û co
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Tim xumxum û xuşîn e
Gul û rihan hezar reng
Rewşa çiya sêrîn e
Dengê tilûr û avê
Ewa û saz û qerîn
Govend e tirh û katik
Li ser daran kezî ne
Perda zerînî rojê
Da ser dar û zinaran
Kixme bi ser xwe berdan
Xemilîn kesk û şîn e
Xan û sera û eywan
Di nav dar û çiya ne
Newal û deşt û panav
Tijî zêr û xezîne...
...
📖 Sayfa 405 · Sewra Azadî, Cegerxwîn
Mêvanê delal ev dınya bê kêr
Çıqas mın ditın tê de mal û zêr
Ev rengê jinê pis û bê tam e
Ev qanûna çewt çawa giha me?
Tiştê ez zanım xweşi û şadi
Jina serbesti: gerdenazadi
...
Divê hun bi hevalti ya zehmetkêşan dewleta welatê xwe bi mêrani ji dêwê sêseri bistênın.
📖 Sayfa 378 · Sewra Azadî, Cegerxwîn
Ta kengî ey kurd wisa ber dest bî
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Dilê dijmin bi jar û pir mest bî
Gerden şikestî dîl û bindest bî
Zincîra bişkîn da zû serbest bî...
Belkî du sed car bûye evîndar
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Lê ew nizanî evîn, evîndar...
Ev riya ko ser bilindî tê de ye tev rêl û kaş
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Canfida xweş pêdd çûne , qelsemer mayîn li paş
Hestiyê millet dikoşin wek segan û gornebŞ
Hemdem û dostê neyar in , wan millet hiştin li paş
Hey teres ferqî çi ye , ha neyar xwar ha te xwar
Milletê reben qet nabî hişyar
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Hezad sal e ko tu maye bin bar
Me tê re ew didîtin rengê însan
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Belê îro te ew perde hilanî
Maçek lêva yarem xweş melhema derd e
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Gelek bextiyar e yar ji me re merd e.
Pîr bûm , dil pir nabe...
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Ji hev re bêjin derd û kulên xwe
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Bikin yek hemî bîr û dilê xwe
Barê aşitî hildin milên xwe
Guh medin reng û deng û cilên xwe...
Ey heval Robson!
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Ne tenê reşik ketin bin destan
Em jî spî ne mane perîşan
Reben, belengaz, bindest, çarereş
Birçî û tazî, tev jar û nexweş.
Heştê adarê roja me hilat
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Cejna jina ye, jinên demuqrat
Vê roja pir xweş, roja dilşadî
Roja serbestî, gerdenazadî
Roja însanî, roja wekhevî
Divê ko hun bizanin em û hûn tev bira ne
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Heta niha nebûn yek di bin destê guran e
Ev hasin û avanî karê destê me ye tev
Divê ko em bistênin tê de bibin weke hev

Şiyar dibin hin bi hin em bi zorê dibin yek
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Hindik maye bişkênin serê axê serê beg.
Ev ne dîn e dïnîtî ye ...
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Ev dinya pir xweş besî me ye bes
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Serbilind bijîn tê de hemî kes
Dil şad û rûgeş dotmam û pismam
Bere bimrî ceng, her bijî selam
Welatê min ti wî bûka cihan î
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewr î
Gelek şêrîn û rind û pir ciwan î
Bi agirê dil dîlî, koletî bişewitênin
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Dinya nû çêkin dinya kevnare biqewitênin
Dinya ko hêstir tucarî tê de neyêne dîtin
Dengê sêwiyan tucarî tê de neyê bihîstin
Ev welatê kurd e ji lew Kurdistan e
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Neko axistan e ne jî begistan e
Ew baxê gul tê de hemî xîp û xar in
Lê ne xaristan e belkî gulistan e
Xwendin te divê xweşî ronahî
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Ev jî nayên destbê qîl û bê qal
Berê lêdan û zindan û kuştin
Paşê xwendin û xweşî û kemal
Navdar e welatê te hemî merkezê ceng e
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Herkes bi me zanî bi xwe Kurd şêr û piling e
Hawir xwe temaşake binêr gazî û deng e
Hey hey qehreman milletê Kurd rabe dereng e
Gava me ev gul bîn kirin
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Sed kul di dil de şîn kirin
Can û ceger tev xwîn kirin...
Ma qey tu nizanî tu kurê milletê kurd î
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Hemxakê birayê ereb û tirkî û firs î
Em tev de kurê kurd û divê kurd bibî yekdil
Lorî kî ye, gorî kî ye, zazî kî ye, xurs î?
Ji bona her kesek yarek heye ê min welat yar e
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Belê çibkim di destê dijminê xwînxwar û xeddar e
Kes dil wekî min arzan neda te...
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Camek ji çirava kaniyên welatê xwe
Sewra Azadî, Cegerxwîn
Nadim bi ava Zemzem û Heyat û Kewser
Keç û bûk û jin û pîrên Kurdistan
Nadim bi hor û suruştên bûhiştê yekser
Destê yar bi dest im, çı serxweş û mest im,
📖 Sayfa 445 · Sewra Azadî, Cegerxwîn
Di ser me re şax in, di bin me re av e
Şehınşahê dınya taca zêrin da ser,
Rewşa lat û katan xemla zer û tav e.
...
Sê milyon ciwan ji her şop û der
📖 Sayfa 333 · Sewra Azadî, Cegerxwîn
Dıçın Berlinê ser gora Hetler
Hetlerê mêrkuj, Hêtlerê zorker
Ji bo haşıti ev çûn û tevger)
Hey xortên ciwan, hey keçên ciwan
Xêrxwazên cıhan herın mihrecan
Herın mıhrecan bıbênın Berlin
Ew bircên belek çawa hilweşin
Diwar û kavıl hemi reş û xwin
Da hun tev bıbın dılgir û xemgin
...
Sıkça Sorulan Sorular
Sewra Azadî kimin eseridir?
Sewra Azadî, Cegerxwîn tarafından yazılmıştır ve ilk kez 2013'te yayımlanmıştır.
Sewra Azadî kaç sayfadır?
Sewra Azadî, 232 sayfadır (Avesta Basın Yayın baskısı).
Sewra Azadî'ın en ünlü sözü nedir?
“Şam şekir e welat şêrîntir e ...”