CANLI

Dersên Civakî Kitabından Alıntı Sözler — Bediüzzaman Said Nursî

Dersên Civakî - Bediüzzaman Said Nursî kitap alıntıları ve sözleri

Bediüzzaman Said Nursî'un imzasını taşıyan Dersên Civakî, Tarih alanının dikkat çeken yapıtlarındandır. Türkçede Zehra Yayıncılık etiketiyle yayımlanmıştır. Eserden akılda kalan bölümleri, beğeni sırasına göre aşağıya derledik.

Yazar:Bediüzzaman Said Nursî
İlk Yayın:2013
Yayınevi:Zehra Yayıncılık
Sayfa Sayısı:514
Dil:Kürtçe
ISBN:9786054243457
Okuma Süresi:14 sa. 34 dk.
Türler:Tarih, Din (İslam)

Dersên Civakî'dan En Beğenilen Alıntılar

Gelî gedeyên welêt! Bi awayekî nebaş, hurriyetê tefsîr mekin; da ku ji destê we nereve û da ku ew, wê esareta berê ku genî ye, di derdaneke dî de, bi me nede vexwarin û me pê nefetisîne.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Çavê ku heqîqetê dibîne, naxape, dilê heqperest naxapîne. (Şuaat)

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Qurana Kerîm, ji bo hemû însanan, rehmet e. Lewra, çawa ku ji bo her însanekî, ji vê alema heqîqî, alemeke wî ya xeyalî ya mexsûsê wî, heye; her wusa, ji bo her kesî jî, Quraneke mexsûsî ya ku li gor meşrebê xwe fêhm û îqtibas kiriye, heye ku ruhê wî însanî terbiye û qelbê wî, tedawî dike.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Hasilê kelam: Zemanê berê, “Heyder Axa”tî hebû. A niha we jî, ev kir “Heydo”. Hal ku hal e, ji me re “Heyder” lazim e. Hûn wî zimanê çapemeniyê ku dişibe şûrê elmasî, bi îtîdal û edaletê seqî bikin, bibiriqînin;da ku bi îfrat û tefrîtê zengarî nebe.

Seîd

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Hem ew bêhêvîtî ye ku wê, ew exlaqê me yê qedirbilind kuştiye; kiriye ku medest ji menfîeta giştî berdaye û me tenê çav berdaye menfaeta ferdî.

📖 Sayfa 51 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

lê belê xweşik û mizgînwarî bang dikî ku Kurdekî mîna min ê ku di bin tebeqeyên xefletê de raketiye, hişyar dikî.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Zemanê îro, didin ber zemanê berê û tenê wê teswîra muddea, bi awayekî ronak û mubalexeyî nîşan didin. Ji bo tesîrkirinê, digel ku diviya muddea îsbat bikirana û li ser rastiyê vekolana, îca ew vê îhmal dikin.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

P- Di serî de divê reisên me bên islahkirin!

B- Belê; reîsên we, çawa ku malê we di berîka xwe de hebs kirine, aqilên we jî yan girtine xistine berîka xwe yan jî di mejiyê we de hebs kirine.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

"Îslamiyet mîna tavê ye, bi pifkirinê natemire, mîna rojê/ronahiyê ye, bi çavgirtinê nabe şev. Yê ku çavê xwe bigre, tenê li xwe dike şev."

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Gelî Kurdino! Min timarxane qebûl kir. Îca ji bo ku ez Kurdîtiyê nehetikînim,min îradeya padîşah û meaş û diyarî û îhsana wî ya şahane qebûl nekirin. Serkeftin, hevalê niyeta xalis e.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Ez ji te bêzar bûm; tu wekî hingivê jehrîn î.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Û wesiyeta paşî,
xwendin, xwendin xwendin û
desthevgirtin, desthevgirtin,desthevgirtin.

📖 Sayfa 361 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Çawan ku piştî her zivistanê beharek; piştî her şevê jî sibehek heye, ji merivahiyê re jî sibeheke bixêr, biharek dê bê înşellah.Hûn dikarin li benda rehmeta Îlahî bipên; da bi roja heqîqeta Îslamê, di daîreya aştiya giştî de, hûn medeniyeta heqîqî bibînin.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Her bijî edaleta Îlahî!..

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

JÎNDAYÎNA DÎN, JÎNDAYÎNA GEL E JİYANA DÎN NÛRA JİYANÊ YE

📖 Sayfa 312 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Yê herî bêbext, herî reben, herî tengezar mirovê bêkar e. Lewra, bêkarî pismamê tunebûnê ye, birazîyê mirinê ye. Xebat, jîyana wucûdê û hişyarîya jîyanê ye.

📖 Sayfa 210 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

"Ez li çiyayên Kurdistanê mezin bûme. Divê hûn hal û hereketên min ên hur û tund, bi mêzina Kurdistanê bikişînin."

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Ne bi neslê, ne bi salê ye 

Ne bi cî û meqam e, ne bi malê ye 

Begê min, mezinatî bi kemalê ye

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

namûs û heysiyeta Kurdîtiyê biparêzin

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Gelî hemû Kurdan! 

  Çavê xwe vekin, sibeh hat. Tim hişyar bin.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Qederê, Tirkî hindik daye min, xet qet nedaye. Ka zimanê min, baş ji zimanê dilê min fêm nake ku jê re wergeriyeke baş bike. Jixwe ji ciyê kûr wateyê derdixe, lewra hîn heqîqet perçe dibin. Îca fam û baldariya we, bila bi min re alîkarî bike.
(Kader bana Türkçe’yi az vermiş, hattı hiç vermemiş. Dilim kalbimin lisanım iyi anlamıyor ki iyi tercümanlık etsin. Hem de derin yerden çıkarıyor mânâyı.. bazı hakikat parçalanır. Sizin fehm ve dikkatiniz bana yardım etsin.)

📖 Sayfa 14 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Mûcîzeya Pêxemberî (s.) e û ji vî miletê mezlûm re înayeteke Îlahî ye û keramet e ji wê niyeta xalis a cemiyeta milletê re ku ev îttîhada dilan û muhebbeta millî ku kana seadet û madena hurriyetê ye, belaş ket destê me.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Li dinyayê aqûbeta gunehan, delîl e ji ezabê axretê re. (Sunûhat)

📖 Sayfa 207 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Xwedê mirov şaş dike, kaş neke... Kaş dike, fehş neke... Fehş dike, perş neke... Perş dike, perîşan neke... Perîşan dike mişeweş sergerdan neke.

📖 Sayfa 194 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Deriyê wê yê pêşî, yek-kirina dilan;  
Deriyê wê yê duduyan, muhebbeta millî;  
Ê sisêyan, mearîf; 
Ê çaran, keda merivan;   
Ê pêncan, terka sefîhiyê ye.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Hem jî di vê pergala civakî de rêyeke rehê zilmê jî ev e: Dema ku
kesek payebilind tê kuştin, gelek sal şîn tê girêdan. Hal ku ev e, bi
kuştina wî heke di nava gel de bi sedan kes, dibe ku bi hezaran kes bên
kuştin jî, ev yek di nava du rojan de tê ji bîr kirin. Ev jî, beravajiyê edaleta
Quranê ye. Heke ku şahek zarokek bikuje, şerî‘et hukmê qisasê
datîne, her duyan jî yek dibîne.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Gelî birayên welat ên bihemiyet! Bi wan îsraf û lezzetên nemeşrû, careke dî wê îhya mekin!

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Ez jî têdigihîjim ku bi gelemşe dinivîsim. Çi bikim, ez ne nivîskar im. Lê belê dixwazim ku xizmetekê bikim.

📖 Sayfa 169 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Gelî birayên mezlûm ên hemwelat! Em rabin biçin daxil bibin!

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Min li Kurdistanê, halê Kurdan ê perîşan didît. Min fêm kir ku seadeta me, dê bi fennên nû yên medenî çê bibe.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Elhasil: Millet baqî ye; ferd fanî...

اَلْمِلَّةُ بَاقِيَةٌ وَمَا أَمَدَّهَا وَالْفَرْدُ فَانٍ وَمَا يَتَمَثَّلَهُ

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Hûn bizanin ku sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin.

Yek ÎSLAMIYET e ku hezar hezar xûna şehîdan, bihayê wê dane.

Ê diduya, ÎNSANİYET e ku lazim e em xwe nezera xelqê de, bi xizmeta eqlî,ciwamêranî û însaniyetî, xwe nîşanî dunê bidin.

Ê sisiyan, MILLÎYET a me ye ku meziyetê da me; ê berê ku bi qenciyê xwe sax in, em bi karêxwe, bi hifza milliyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

“Ku ez mirim, bila gelê min bijî! Di nav wan milletê min de heyateke min a manewî ya ebedî heye.”

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Dîrok nîşan dide ku li gor nisbeta qeweta heqîqeta Îslamê, Misilmanan,çi qas li gor dereceya wê qewetê hereket kiriye, ehlê Îslamê ew qas medenî bûye û tereqqî kiriye. Ehlê Îslamê, çi qas di heqîqeta Îslamê deqelsî/lawazî kiriye, ew qas hov mane; kêm ketine, di nav geremolê de ketine bela û mexlûbiyetan.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Îca dema min Stenbol dît û min li nebza wê nihêrt, min baş jê fam kir, hîna nû ez tê gihîştim ku ew nexweşîna dil e ku gihîştiye her aliyî.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Bi kurtebêjî: Îman hezkirinê, Îslamîyet biratîyê dixwaze. (Tulûat)

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Îca di dema biserdegirtina medeniyetê de, hukumfermayê alemê,ilim û merîfet e.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Ji ber ku meriv, ji aliyê fitrî ve mukerrem e, li heqqiyê digere. Yekcaran batildikeve destê wî. Ew jî zenn dike ku heqq e û di paşila/paxila xwe de vedişêre.Gava ku li ser heqîqetê lêkolîn dikir, bi awayekî bêhemd, dalalet bi ser serê wîde dikeve; îca zenn dike ku ev heqîqet e û dixe serê xwe.

📖 Sayfa 258 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

P- Tu îfrat dikî, tu xeyalê weke heqîqetê nîşan didî. Tu ji me re dibêjî cahil/nezan û li me heqaretê dikî. Axirzeman e, her ku biçe dê xirabtir bibe.
B- Îca dunya, bila ji her kesî re bibe dinyaya pêşveçûnê; tenê ji me re bibe dinyaya paşketinê, ne wisa? De ka dibe? De va ez jî dê bi we re nepeyivim.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Moz avê vedixwe dibe hingiv. Mar avê vedixwe dibe jehrî.

📖 Sayfa 292 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Nexuyabûnî, ji nemewcûdiyêre nabe delîl.

📖 Sayfa 271 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Belê, her çiqas Ewropa ji pazdehan yekê ser rûyê erdê be jî, ji çaran yekê mirovahiyê bi wê letafeta fitriyeya xwe, bi xwe ve kişandiye. Bi awayê hîkmetê rastiyek e ku civîna nifûsek zêde, bi xwe re jî pêdiviyan tîne. Hewcehiyên ku bi gelek sedemên mîna bastanî zêde dibin, di qeweta berhemdariya zemînê de bi cî nabe. Va ye li ser vê xalê pêdivî ji hunerê re, meraq ji ilmê re û diltengî ji navgînên sefahetê re dibe mamosteû dest bi perwerdeyê dike.

📖 Sayfa 170 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Qîmeta merivekî, bi qasî himmeta wî ye. Himmeta kê milletê wî be, ew kes, bi tena serê xwe, milletekî biçûk e.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Gelî birayên mezlûm ên hemwelat! Em rabin biçin daxil bibin!

Deriyê wê yê pêşî, yek-kirina dilan;

Deriyê wê yê duduyan, muhebbeta millî;

Ê sisêyan, mearîf;

Ê çaran, keda merivan;

Ê pêncan, terka sefîhiyê ye.

📖 Sayfa 17 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Heke em, Îslama rast û rastiya layiqî Îslamê û îstîqametê nîşan bidin, ji niha bi şûn ve ew, dê bikoman bikevin Îslamê.

📖 Sayfa 114 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Heqîqetên bêçare, di destên bêqîmet de bêqîmet dibin. (Îşarat)

📖 Sayfa 109 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

çawa ku îhsan, şax û delîla serwetê ye; îca îcadjî, şax û delîla wucûdê ye; îcab, şax û delîla wucûbê ye; tehsîn, şaxû delîla husnê ye, tenwîr, şax û delîla nûrê ye, temamê wan kemal û cemalên ku di kaînatê de hene, ji kemal û cemala Sani’ê Zulcelal re,her yek ji wan, siya siyê ye û delîl e.

📖 Sayfa 265 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Aqilê kesên ku her tiştî di maddeyan de digerin, di çavê wan de ye. Çav jî di manewiyatê de kor e. (Munazerat)

📖 Sayfa 204 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Carinan xwezî dikeve sûretê ramanê. Ji şexsê azweriyê re xwestekên nefsanî wekî fikir tên. (Sunûhat)

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Ew hurriyet, edalet û wekhevbûna wê dewra pêşî ya Îslamê, nexasim di wê hingê de delîlekî qetî ye ku şerîeta pak û ronak, temamê wan wekhevbûnên, edalet û hurriyeta heq ku ne di kemalê de bûn, tevî wan rabite û pêdiviyên wan, bi giştî di xwe de dihewîne. Ew pêldan û berhemên Îmamê ‘Emer, Îmamê ‘Elî û Selaheddînê Eyyûbî yê Kurdî, ji vê muddea û angaştê re delîlên elenî ne.

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Eger ez di hepsê de bimînim, hukumeteke wiha xeddar ku hurriyeta wê ji lefzê îbaret e, cîhê ku meriv tê de herî rihet e, dîsa hepisxane ye. Mirina bi awayekî mezlûmî, çêtir e ji jiyana zalimkarî.

📖 Sayfa 150 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Ji lezzeta demdemî bêtir, divê mirov ji elema demdemî re bibişire û jê re bibêje tu bi xêr hatî. Tiştê ku “ax” dide gotin, fikra xelasbûna lezzetên berê ye. Ax, tercumanê êş û elemên veşartî ye. Êş û elemên berê “ox” didin gotin. “Ox” ji dil re lezzetek veşartî û agêhdarek nîmetê ye. (Îşarat)

📖 Sayfa 207 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Ji bo dunyayê, dîn naye fedakirin.

📖 Sayfa 386 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Ji bîr kirin nîmetek e, tenê êş û elemên her rojî bi serê xwe dide kişandin,yên civandî dide ji bîr kirin. Wekî dereceyên heraretê, di her musîbetekê de dereceya nîmetê heye. Divê mirov yê mezintir bifikire, nîmetê ku di yê biçûk de ye bibîne û ji Xwedê reşikur bike. Yan na mirov mezin bike û pif bide wê biwerime, ku bê meraq kirindê bibe dudu. Wê gavê mînaka wê ya di dil de dê bifetile heqîqetê.

📖 Sayfa 312 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Lewra bi mezinbûna amanc û meqsedê re, xîret û himmet jî, mezin dibe. Û bi coş û kelîn û xeleyana xîreta millî re, exlaq jî dikemile û mezin dibe.

📖 Sayfa 175 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Mezhebê min ew e ku li muhebbetê muhebbet bikim; li xusûmetê xusûmet bikim. Ango li dunyayê tiştê ku herî zêde ez jê hez dikim, muhebbet e; tiştê ku ez herî zêde jê dixeyidim jî, xusûmet û neyartî ye.

📖 Sayfa 129 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Heq ku heye, bi tu awayî ne muhtacîxapandin û xeletîkirinê ye.

📖 Sayfa 348 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Heke aqil çavê xwe bigre jî, çavê wicdan,daîma vekirî ye.

📖 Sayfa 265 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Dijminê dijmin, heta ku dijmin bimîne dost e. Dostê dijmin, heta ku dost bimîne dijmin e. (Sunûhat)

📖 Sayfa 205 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Şexsek, dikare li ser navê xwe tehemmul bike, nikare bipesine. Dikare li ser navê milletî bipesine, nikare tehemmulê nîşan bide. (Sunûhat)

📖 Sayfa 208 · Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî

Sıkça Sorulan Sorular

Dersên Civakî kimin eseridir?

Dersên Civakî, Bediüzzaman Said Nursî tarafından yazılmıştır ve ilk kez 2013'te yayımlanmıştır.

Dersên Civakî kaç sayfadır?

Dersên Civakî, 514 sayfadır (Zehra Yayıncılık baskısı).

Dersên Civakî'ın en ünlü sözü nedir?

“Gelî gedeyên welêt! Bi awayekî nebaş, hurriyetê tefsîr mekin; da ku ji destê we nereve û da ku ew, wê esareta berê ku genî ye, di derdaneke dî de, bi me nede vexwarin û me pê nefetisîne.”

Bu sayfadaki alıntılar okur paylaşımlarından derlenmiştir. Kaynak eser: Dersên Civakî — Bediüzzaman Said Nursî. Eserin tamamı için kitabı edinmenizi öneririz.
Bu yazıyı paylaş Link kopyalandı ✓

وَإِنَّكَ لَعَلَىٰ خُلُقٍ عَظِيمٍ

“Şüphesiz sen pek büyük bir ahlâk üzeresin.”

Kalem Sûresi, 68/4