CANLI

Ji Nav Şiîrên Min Kitabından Alıntı Sözler — Şêrko Bêkes

Ji Nav Şiîrên Min - Şêrko Bêkes kitap alıntıları ve sözleri

Ji Nav Şiîrên Min adlı eser, Şêrko Bêkes tarafından yazılmıştır ve ilk kez 2001'de okurlarla buluşmuştur. Kitabın en çok işaretlenen cümleleri, sayfa bilgileriyle birlikte aşağıda.

Yazar:Şêrko Bêkes
Çevirmen:Bedran Hebib, Ruken Bağdu Keskin
Editör:Abdullah Keskin
İlk Yayın:2001
Yayınevi:Avesta Yayınları
Sayfa Sayısı:64
Dil:Kürtçe
ISBN:9789757112310
Okuma Süresi:1 sa. 49 dk.
Türler:Edebiyat, Şiir

Ji Nav Şiîrên Min'den En Beğenilen Alıntılar

Kitaptan en etkileyici sözleri sizin için derledik; ama yine de en etkili söz, sizin beğendiğinizdir.

iran'da
dört çocuk
fars
türk
arap ve
kürt
bir adamın fotoğrafını çizdiler
birincisi başını
ikincisi gövdesini
üçüncüsü ellerini ve ayaklarını
dördüncüsü silahı koydu omuzlarına!

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Ey komela hemû neteweyên hevgirtî!
li vir, di sala kitêb de
qelem kuştin
li vir, di sala pîrek de
zarok kuştin
li vir di sala zarok de
dayik kuştin.

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

"dema tu hatî kuştin
deh şiîrên min mirin."

📖 Sayfa 22 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Zahf tişt hene zeng digirin û
ji bîr ve diçin
pişt re dimirin.
Wek tac û
gopal û
textê bin piyê paşeyan.
Zahf tiştê din ê dinyayê jî hene
narizin û
ji bîr ve naçin û
tu car namirin.
Wek şewqe û
gopal û
pêlava Charles Chaplîn.

****
Çok şey vardır.
pas tutar,
unutulur,
ve sonra ölür:
Paşaların tahtı
asası ve tacı gibi.
Dünyanın başka birçok şeyi vardır.
çürümez,
unutulmaz
ve asla ölmez:
Charles Chaplîn'in şapkası,
asası
ve ayakkabısı gibi.

📖 Sayfa 18 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Evîna te weke ba ye
Ku dixwazim pêt bigirim tê û min vedimirîne.
Evîna te weke ba ye
Ku pêt digirim tê û min geş dike

📖 Sayfa 32 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

li îranê
çar zarokên
faris
tirk
ereb û
kurd
wêneyê mêrikekî çêkirin
yekem, serê wî
duwem, laşê wî
sêyêm, dest û piyê wî
çarem çek danî ser milê wî!

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Li welatê min
rojname lal ji diya xwe dibe.
Li welatê min
radyo kerr ji diya xwe dibe.
Li welatê min
televizyon kor ji diya xwe dibe.
Ewên bixwazin
li welatê min
Ew bi saxî ji diya xwe bibin
Wan lal dikin û dikujin
Wan kerr dikin û dikujin
Wan kor dikin û dikujin
Li welatê min.

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Kor, bi çavê kerr didît
Kerr, bi guhê lal dibihîst

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

"eger evîna te baran be
va li berê rawestime.
eger evîna te agir be
va li navê rûniştime.
ey evîna Kurdistana min!
helbesta min dibê
ta baran û agir hebe
ez jî heme."

📖 Sayfa 17 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

"aşiqa dîn û bêhinav got:
ew tenê li aliyekî
hûn hemû li aliyekî."

📖 Sayfa 39 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Îro payîz bar kir û
çû ji vir
ku ez ketim warê wê yê vala
Axînek jê mabû
Min axîn anî mal
Axîn wek ku bêjî
Payîz taybetî ji bo min dirûtibe
Tam li gor şiîrek min bû.

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Qey nabînî bi hezaran Qazî Mihemed
Li ser goptîkê rawestine
Çek hildidîn!

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Ez êşeke bejin bilind im
bêyî ku herim ser milê xemeke din
birîn li ku be min dibîne
hejar li ku bin ez dibînim

📖 Sayfa 24 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Yên vî xelkî ne
Belê mifte
Hemû hemû mifte
Wa li berîkên dizên
Lehengên Kurdistan in

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Baran bû mêvanê oda min.
Gava çû,
li şûna xwe,
gulek bo min hişt.

Roj bû mêvanê oda min.
Gava çû,
li şûna xwe,
neynikeka biçûk bo min hişt.

Dar bû mêvanê oda min.
Gava çû,
li şûna xwe,
şaneyek bo min hişt.

Û dema tu, ey keça ciwan,
bûyî mêvanê oda min,
te li gel xwe,
gul û neynik û şane birin.
Lê li şûna xwe,
te helbesteka pir nazik bo min hişt.

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Şehîd: Bejna wî
qasî bejna Kurdistan e
dilê azadî û
ala herî bilind
a helwesta însan e.

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Ba gazin ji porên Kalê kir
çima xwe dane hev û
nayên pê re nareqisin.
Porên xembar gotin:
Heta tiliyên Kakil
xwe li me nepêçin
em bi kesî re nareqisin.
Ba got:
Eger ku ew tili zîz bûn,
an weşiyan!
Porên kelegirî gotin
Wê gavê em jî xwe kurr dikin.

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

"êvar im ez,
dilop dilop
dikevim ser rojavahiya xerîbiya xwe."

📖 Sayfa 11 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Eger ji jar û belengazên
vê Kurdistanê ji bipirsin
Cemal kî dixwe?
Destên xwe yê çepê
datînin ser sêva dil

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

“ Eger azadî bînin
der sala min dimire û
ez bi xwe ji dimirim. “

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Kurd;
dûman û dûkêşê
çar kargeha ne ku xwînekola çêdikin
xwînekola li encumanė aştiyê
tê vexwarin.
Ey dewra xwînekola!
Divê ki deriyê kargehên te
Bi heriyê sewax bike.

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Ku pelek mir... herfek ji min mir,
ku kaniyek mir... peyveke min mir
ku baxçeyek mir... hevokeke min mir
Lê ey keça
Temen deh salî ya
gundê Heledîn
dema tu hatî kuştin
deh şiîrên min mirin.

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Li cem min îro
serê şiîr û serê bizmar
weke hev in.
Dema nukilê tûj yên herdûyan
derman bikin û vexwin
li ser şiir derba êşê
li ser bizmar derba çakûç.

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Ewên bixwazin
li welatê min
Ew bi saxî ji diya xwe bibin
Wan lal dikin û dikujin
Wan kerr dikin û dikujin
Wan kor dikin û dikujin
Li welatê min.

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Ger heyv ji te ciwantir bûye,
min qet hez ji te nedikir.
Ger dengê mûzîkê,
ji yê te xweştir bûye,
min ticaran guhdarî te nedikir.
Ger bejna sulavê,
ji ya te naziktir û rindtir bûye,
min qet temaşe te nedikir.
Eger bêhna bexçe
ji ya te xweştir bûye,
min qet tu bêhn nedkikirî.
Û ger li helbestên min bipirsî
bizane, ger ne mîna te ciwanbûne,
min ew qet nedinvîsîn!

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

çar zarok

li îranê
çar zarokên
faris
tirk
ereb û
kurd
wêneyê mêrikekî çêkirin
yekem, serê wî
duwem, laşê wî
sêyêm, dest û piyê wî
çarem çek danî ser milê wî!

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

wê demê ez jî soz didim
heçî qurbanên
vê axa şîrîn ya Kurdistan
yek bi yek bo te dijmêrim.

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Ez bawer im
li wê dinyayê jî
Xudê ji bo boyaxkirina pêlavên xwe
wê gazî Kurdekî bike
ki dibê "ew Kurd ne ez im"

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Ez êşeke bejin bilind im
bêyî ku herim ser milê xemeke din
birîn li ku be min dibînê
hejar li ku bin ez dibînim.

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Ez dizanim ev jan
peyvên min bêmirad dike.
Herçiqas tilî dirêj bigerîne jî
nagihîje bejna Helebçe.

📖 Sayfa 61 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Ey welatê min î spî yê xembar
Rojek jî tê ku giraniya çiyayê berfê
Bi vî dilê biçûk neyê hildan
û bi destê evîna te bê kuştin.

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Ez bawer im
li wê dinyayê jî
Xudê ji bo
boyaxkirina pêlavên xwe
wê gazî Kurdekî bike
kî dibê "ew kurd ne ez im"
Ax dayê!
Tu dibê pêlavên Xudê çiqas mezin bin
çend numre ne lingên wî?
Lê ji bo pere!
dayê tu dibê Xudê wê çiqasî bide?

📖 Sayfa 19 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Eger evîna te baran be
va li berê rawestime.
Eger evîna te agir be
va li navê rûniştime.

📖 Sayfa 17 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Eger ji nav şiîrên min
gul bavêjin derve
 ji çar werzan
werzeke min dimire.
Eger yar bavêjin derve
duduwê min dimirin.
Eger nan bavêjin derve
sisiyên min dimirin.
Eger azadî bînin der
sala min dimire û 
ez bi xwe jî dimirim.

📖 Sayfa 13 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Li Îranê
Çar zarokên
Faris,
Tirk,
Ereb u
Kurd
Wêneyê mêrikekî çêkirin.
Yekem: serê wî,
Duwem: laşê wî,
Sêyem: dest û piyê wî,
Çarem: çek danî ser milê wî !

📖 Sayfa 48 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Li cem min îro
Serê şîîr û serê bizmar
Weke hev in.
Dema nukilê tûj yên herduyan
Bi kûr vê diçin
Li ser şîîr derba êşê
Li ser bizmar derba çakûç.

📖 Sayfa 15 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Zahf tiştê din ê dinyayê hene jî
narizin û
ji bîr ve naçin û
tu car namirin.
Wek şewqe û
gopal û
pêlava Charles Chaplîn.

📖 Sayfa 18 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Li vir,
Îsal par e
Par pêrar e Sal tenê yek nav heye
Sal: Sala zîndan û sêdar e.

📖 Sayfa 51 · Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Ez êşeke bejin bilind im
Bêyî ku herim ser milê xemeke din
Birîn li ku be min dibîne
Hêjar li ku bin ez dibînim.

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes

Sıkça Sorulan Sorular

Ji Nav Şiîrên Min kimin eseridir?

Ji Nav Şiîrên Min, Şêrko Bêkes tarafından yazılmıştır ve ilk kez 2001'de yayımlanmıştır. Türkçeye Bedran Hebib, Ruken Bağdu Keskin çevirmiştir.

Ji Nav Şiîrên Min kaç sayfadır?

Ji Nav Şiîrên Min, 64 sayfadır (Avesta Yayınları baskısı).

Ji Nav Şiîrên Min'in en ünlü sözü nedir?

“iran'da dört çocuk fars türk arap ve kürt bir adamın fotoğrafını çizdiler birincisi başını ikincisi gövdesini üçüncüsü ellerini ve ayaklarını dördüncüsü silahı koydu omuzlarına!”

Bu sayfadaki alıntılar okur paylaşımlarından derlenmiştir. Kaynak eser: Ji Nav Şiîrên Min — Şêrko Bêkes. Eserin tamamı için kitabı edinmenizi öneririz.
Bu yazıyı paylaş Link kopyalandı ✓

وَإِنَّكَ لَعَلَىٰ خُلُقٍ عَظِيمٍ

“Şüphesiz sen pek büyük bir ahlâk üzeresin.”

Kalem Sûresi, 68/4