CANLI

100 Alıntıyla Jan Dost: Öne Çıkan Alıntılar

Jan Dost sözleri ve alıntıları

Jan Dost sözleri, okurların en çok paylaştığı alıntılar arasında yer alır. Bu sayfada 100 söz, alındığı eserle birlikte derlendi.

En Beğenilen Jan Dost Sözleri

Mehmûd bi keser digote min: em çi bikin! Xwîna Kurdan bi bazara her dewletê erzan e...
-----
Mahmut kederli bir şekilde "ne yapalım!", dedi. Kürtlerin kanı her devletin pazarında ucuz...

📖 Sayfa 95 · Mijabad, Jan Dost

Çavên wê du berx in, di dilê min de diçêrin...

Dîwana Jan, Jan Dost

Va ye şah Ebbas alîkarê me
Salek tê neçû bû neyarê me

Çawa bawer kim êdî ji sultan
Ew jî neyar e ji bo me kurdan

📖 Sayfa 86 · Kela Dimdimê, Jan Dost

Emê di birînekê de rastî hev werin!!

Mijabad, Jan Dost

ma kî dikare şewata dilê xwe bîne ziman?

📖 Sayfa 70 · Mijabad, Jan Dost

Sadık, sen Halepçeli çocuklara coğrafya dersleri veriyorsun; ama sen gel, gel de dağlar sana özgürlüğün yollarını öğretsin, kuzey'in nerede olduğunu vadilerle koyaklar sana anlatsın, muzaffer olmanın neye benzediğini zirveler sana söylesin. Sayfalardaki coğrafya, soğuk ve anlamsızdır sadık. Gel, kanımızla özgürlüğe bir sınır çizeceğiz.

📖 Sayfa 135 · Sisli Şehir, Jan Dost

Welatê me tevde bûye goristan. Mirî miriyan defin dikin. Kuştî di cenazeyan de dimeşin.

Otobûsa Kesk, Jan Dost

Û tu li min nezivirî...

Mijabad, Jan Dost

Ola me yek e em tev sunnî ne
Neyar jî yek e, ev sefewî ne

📖 Sayfa 86 · Kela Dimdimê, Jan Dost

Dema hêvî pêk nayên, dibin xewn...

Mijabad, Jan Dost

Ez Badîn im, bayekî dîn im. Giyanê min goleke kevzgirtî ye. Ariyan sêkuçikên koçeran e ku li pey xwe dihêlin. Dorpêçkirî me ez bi xewnan, bi bîranînan bi perçeyên dilekî şikestî. Xefkên demê, salên temenê min yên mîna çivîkekî kor, didin ber diranên xwe. Bi tenê me ez vê şevê, weke dareka miradan û rêwiyekî westiyayî.

Mijabad, Jan Dost

-Temo di ferhenga we meyxuran de mirin çi ye?
+Mirin şiyariya mezin e
-Û jiyan?
+Serxweşiyeke dirêj e

Mîrname, Jan Dost

Tu gû di jiyanê de nemaye...
-----
Bir bok kalmadı şu hayatta...

📖 Sayfa 190 · Mijabad, Jan Dost

Evînî xurt e rengê Ararat
Kûr û dirêj e wek çemê Firat

📖 Sayfa 76 · Kela Dimdimê, Jan Dost

min jê hez dikir, ji derewên wê jî hez dikir,

Mijabad, Jan Dost

ji bo te ez gelekî axivîme, eger min ew gotin ji qantirekî re kiribûna , wê niha ji qantirbûna xwe derketibûya.
-------
senin için çok konuştum, eğer bu kadar lafı bir katıra anlatsaydım, katır katırlığından çıkardı.

📖 Sayfa 197 · Mijabad, Jan Dost

û bi keştiyeke riziyayî mirov hêviya çi peravan dike?
-----
insan çürümüş bir gemiyle hangi kıyıları umut eder ki?

📖 Sayfa 25 · Mijabad, Jan Dost

"ez wê nas nakim, lê dil wê nas dike,"

Mijabad, Jan Dost

Birînên xwe veşêre!
-------
Yaralarını gizle!

📖 Sayfa 222 · Mijabad, Jan Dost

Ma kê gotiye jiyan ne mey e û mirin jî ne serxweşiya wê ye!

Mijabad, Jan Dost

Xeyal çirayeke geş e, perikên jibîrkirinê dişewitîne.

Pîrewergêr, Jan Dost

Erê..........yek caran dil kor dibin.

Mijabad, Jan Dost

-Temo, eğer yapabilirsen, birkaç yudum mey getir bana.
-Üstat!
-Hayır hayır, düşündüğün gibi değil. Mem û Zin'i yazdığım mürekkebe katmak istiyorum onu. Yüreğimin derdini ayık bir halde, sarhoş bir mürekkeple dökmek istiyorum ak kağıda.

📖 Sayfa 19 · Mir'e Mektup, Jan Dost

Bostek axa xwe em nadin bi Çîn
An em ê bimrin, an em ê bijîn

Eger îro em li ber xwe nedin
Ji bo serbestî canê xwe nedin

Em ê bimînin pepûk û reben
Bimrin li çolan, bê gor û kefen

Ev kesên zana yên dîroknivîs
Wê nav li me kin tirsonek û pîs

📖 Sayfa 111 · Kela Dimdimê, Jan Dost

"ji xwe evîndar dizin, aşiqo."

Mijabad, Jan Dost

Düşler, gecenin yalanları değil midir?

📖 Sayfa 35 · Sisli Şehir, Jan Dost

dîsa şev e, dîsa baran e, dîsa tenêtî...

Mijabad, Jan Dost

Dil pusulak e û Xwedê bakur e.

Pîrewergêr, Jan Dost

-Ma ne jiyan tev poşmanîyeke dirêje!!

Mijabad, Jan Dost

ma mirina şêrîn heye kalo?

Mijabad, Jan Dost

Ma birîn xencere ji bîr dike !!!

Mijabad, Jan Dost

Evîn derya ye, kûr û bê perav
Te xwe daye nav çûye av û av

Kela Dimdimê, Jan Dost

Ma ne jiyan tev poşmaniyeke dirêj e!
-------
Yaşam büsbütün bir pişmanlık degil mi ki!

📖 Sayfa 128 · Mijabad, Jan Dost

Dîwana Melayê Cizîrî Qurana aşiqa ye.

Mîrname, Jan Dost

kîjan bajar min û birînên min hembêz bike!

Mijabad, Jan Dost

Asîmanê ku wan ew nas dikir, nema bû ew asîmanê berf û baran dibarand, ne ewr bi payedarî li nav digeriyan, ne kevok difiriyan û ne jî keskesoran lê reng vedida. Ew asîman bûbû meydana cinawirên hesinî ku mirinê bi edalet belav dike, bêyî ku ferq bixe navbera sivîl û çekdaran yan jî pisîkeke li kolanan birçî maye.

Otobûsa Kesk, Jan Dost

...jana birînê ji xençerê nepirse, lê tûjiya xençerê ji birînê bipirse.
----
...yaranın acısını hançere sorma, ama hançerin acısını yaraya sor.

📖 Sayfa 38 · Mijabad, Jan Dost

Nexwe jiyan berdewam e!

Otobûsa Kesk, Jan Dost

Ben Dersim'denim kardeş. Bu adı duymuş muydun daha önce?
Gümüş Kapı'dır aslında ama teresler adını değiştirip Tunceli yapmışlar.

📖 Sayfa 42 · Sisli Şehir, Jan Dost

"Welat çû kurê min. Wêran bû."

#Rojava

Otobûsa Kesk, Jan Dost

"Ya rast ew e ez ji ber birînên xwe baz bidim û herim."

Mijabad, Jan Dost

"Xerîbî tîbûn e, welat jî av e."

Pîrewergêr, Jan Dost

Mirin zengilekî bêdenge, tenê yê ku mirina wî nêzîk be, ringîniyê dibihîze.

Mijabad, Jan Dost

Bikenin, ken derman e. Heta ber sêdaran jî bikenin. Bila dilê van bêbavan li me xweş nebe.

📖 Sayfa 96 · 3 Gav û 3 Darek, Jan Dost

Qey evîn herdem wilo dijwar e
Jîna evîndar wek zilindar e

📖 Sayfa 58 · Kela Dimdimê, Jan Dost

Ey kalp!
Ey yaylasız ve kışlaksız göçebe!
Hadi döngel ocağına, yurduna!
Çadır kurmaktan yorulmadın mı?

Sisli Şehir, Jan Dost

Ey dil
Ey koçerê bê zozan û germîyan
De li warê kozê vegere
Ma tu ne westîyayî ji konvegirtinê?!
Te çend bihar li pê xwe şewitandin ?
Çend kuçik li dora xwelîya vemirî te li pê xwe hêlan!!
Tu van birînan li dû xwe dikişkişînî, mîna laşên berateyan!!
Ey hespê ku li ber sînoran dilukumî
Tê heta kengî bibezî?!
Ey hespê dîn
Ey hespê bê siwar!!.

Mijabad, Jan Dost

Sînem hebûn û cîhana min e
Roniya çav û jiyana min e

📖 Sayfa 53 · Kela Dimdimê, Jan Dost

Erê... yek caran dil kor dibin.
-----
Evet... tek bir defa kör olur kalpler.

📖 Sayfa 26 · Mijabad, Jan Dost

Ne xewa te tê
Ne jî jimartina stêrkên te diqede...
-----
Ne uykun gelir
Ne de yıldızlarını sayışın biter...

📖 Sayfa 18 · Mijabad, Jan Dost

Tiving bê teqîn û dil bê evîn zingarî dibin.

Mijabad, Jan Dost

Ez dixwazim derdê dilê xwe bi xeyaleke hişyar û hibreke serxweş binivîsim.

Mîrname, Jan Dost

Ew hîç ne li hêviya '' çareyên ezmanî'' ye, lê ew li erdê li çareyan digere.

📖 Sayfa 62 · Xanî Û Cizîrî, Jan Dost

Jixwe peyman kurdan dixapînin, baweriya wana bi sond û peymanan bûye bela serê wan.

📖 Sayfa 102 · Mijabad, Jan Dost

"Eger li welatekî azad nejîm mirin rihettir e."

Tozistan, Jan Dost

ma kes bîranînan difiroşe?

Mijabad, Jan Dost

Ez ji we tika dikim min bikujin.

Rica ediyorum sizden beni öldürün.

📖 Sayfa 16 · Mijabad, Jan Dost

Hestên min yên wê katê nayên ziman. Weke minalekî ez giriyam, ne girî bû ew. Orîniya berxekî bû ku ji dayika xwe diqete û serjêdibe...
-------
O anki duygularım dile gelmez. Bir çocuk gibi ağladım, hayır ağlamak değildi o. Annesinden koparılmış ve kafası kesilen bir kuzunun öğürtüsüydü.

📖 Sayfa 70 · Mijabad, Jan Dost

Min derîyê çîrokê bi heft kilîtan asê kir û ew heft kilît jî avêtin binê behra Ormiyê. Û êdî di dîtina çareyekê de xebitîm.

Mîrname, Jan Dost

Serê memkan du kanî ne, çi tî me
Li çolê me hejar û barketî me.

Dîwana Jan, Jan Dost

û bi keştiyeke riziyayî mirov hêviya çi peravan dike?

Mijabad, Jan Dost

"kesereke dirêj dikişîne“
ka tûtina xwe bide min, te kulên min tev rakirin.

Mijabad, Jan Dost

Mehmûd bi keser digote min: em çi bikin!! Xwîna Kurdan bi bazara her dewletê erzan e

Mijabad, Jan Dost

Tê çi binivîsî ji bilî helbesteke bêkêr?

Mijabad, Jan Dost

"Min sond xwariye dev ji welêt bernadim."

Otobûsa Kesk, Jan Dost

Bo çi digirî?
-Ditirsim xewn be.
-------
Niye ağlıyorsun?
-Rüya olmasından korkuyorum.

📖 Sayfa 37 · Mijabad, Jan Dost

jiyane min e ev, ne dara tirî ye!
-------
hayatım bu, üzüm ağacı değil!

📖 Sayfa 229 · Mijabad, Jan Dost

Ya rast ew e ez ji ber van birînên xwe baz bidim û herim...
-----
Doğru olan bu yaralarım yüzünden kaçıp gitmek...

📖 Sayfa 117 · Mijabad, Jan Dost

belkî em dereng hev bibînin ez dê jiyana xwe ya mayî weke name ji te re rê bikim.
------
belki geç göreceğiz birbirimizi, kalan ömrümü bir mektup gibi yollayacağım sana...

📖 Sayfa 79 · Mijabad, Jan Dost

"Yek ji bo welatê xwe bijî pir çêtir e ji mirina ji bo welêt."

Tozistan, Jan Dost

Biryara min ji ber hestên min e, ne ji ber evîna têkçûyî ye...

Mijabad, Jan Dost

ma mirina şêrîn heye kalo?
----
güzel ölüm var mıdır ki dedem?

📖 Sayfa 52 · Mijabad, Jan Dost

Êdî ez li ber keviyên xewê me...
----
Artık ben uykunun kenarlarındayım...

📖 Sayfa 99 · Mijabad, Jan Dost

"Dawî derewek e kurê min. Dawî nîn e. Dawiya tiştekî nîn e. Ne ya şeran, ne ya mirinê, ne jî dawiya kirêtiyên mirovan. Hebûn bêdawî ye."

Tebeşîra Zer, Jan Dost

ez wê nas nakim, lê dil wê nas dike...
----
onu tanımıyorum, ama kalbim tanıyor...

📖 Sayfa 66 · Mijabad, Jan Dost

evîn agire bi pûşê dilan dikeve

Mijabad, Jan Dost

evîndar şermê nizane....

Mijabad, Jan Dost

berê xwe dide min û dibêje: emê di birînekê de rastî
hev werin!!

Mijabad, Jan Dost

Min nedizanîbû ku qederê birîneke nû ji min re amade kiriye...
------
Kaderin bana yeni yaralar hazırladığını bilmiyordum...

📖 Sayfa 212 · Mijabad, Jan Dost

Her adam ve insan kalbini hakiki aşkın ateşinin üstüne vermedikçe, o ebediyete kadar yüreği kirli bir şekilde kalacaktı.

Mîrname, Jan Dost

Mîrxan sunnî ye tirk jî weha ne
Herdu dijminên qizilbaşan e

📖 Sayfa 77 · Kela Dimdimê, Jan Dost

Riswayê işqê tenha ne ez bûm
Kes dî zemanan hubb bê melame

Mijabad, Jan Dost

"Ma tu nizanî ku rûmeta milletan bihatir e ji her tiştî?"

Tozistan, Jan Dost

ezbenî ma çima mirin ew qasî tehle!!
- Tehlîya mirinê û netehlîya wê, girêdayî ye bi şêrînbûn û neşêrînbûna jiyanê li ba mirovekî.
- Ezbenî ma ji jîyanê şêrîn tir heye qey? Xwedê bi xwe jiyan şêrîn kirîye.
- Eger tayê gerdenîya jiyanê zulim be, namîne jiyan, ew şaxekî zilindarê ye di devê mirov de.
--

3 Gav û 3 Darek, Jan Dost

bayê Nîsanê xewa min tîne, bibore... ez hew dikarim binivîsim.
------
Nisan rüzgarları uykumu getiriyor, affet... yazamıyorum artık..

📖 Sayfa 77 · Mijabad, Jan Dost

silaveke sivik û pirsa hal û deman û ….bi xatirê te!
-----
normal bir selam, hal hatır sormalar ve... hoşçakal!

📖 Sayfa 186 · Mijabad, Jan Dost

Kî dikare wê deqeya di navbera jiyan û mirinê de pesin bike?
-----
Kim yaşam ile ölüm arasındaki o anı övebilir?

📖 Sayfa 88 · Mijabad, Jan Dost

Dawiya payizê bû, ji hinan re jî payîza dawî bû...
----
Sonbaharın sonlarıydı, kimine de son sonbahardı...

📖 Sayfa 147 · Mijabad, Jan Dost

Evîn jî, ya xwarzê, pir ecêb e. Tirsonekan bi ceger dike û dîlaweran tirsonek dike.

📖 Sayfa 48 · Pîrewergêr, Jan Dost

Dibe ku welatê te birînek be xwarzê, lê koçkirin û dûrketin jê xwê ye, xwêyeke ku jana birînê bêtir dike.

Pîrewergêr, Jan Dost

Erê min got heval û ehbabe min tine ne li êteka Ciyayề Kurmênc.
Werin tirba min bipền, dijmin û neyarề min pirr in.
Tirsa min e ji wệ tirse
Werin ji ber serề mi lawikê xelkê gul û rihana hil kin.

Tebeşîra Zer, Jan Dost

"Azadî metnekî mezin e, gelek jêrenotên wê hene, azadî qet nabe jêrenota metnekî din."

Pîrewergêr, Jan Dost

Hibra poşmaniyê ziwa nabe !

Mîrname, Jan Dost

Hemû çirayan vemirînin, Pêşewa Qazî Mihemed êdî ber bi sêdara Çarçira yê ve diçe.
---------
Tüm çıraları söndürün, Önder Kadı Muhammed artık Çarçıra'daki darağacına doğru gidiyor...

📖 Sayfa 232 · Mijabad, Jan Dost

got: "Qesab çima ji berxikan hez dike Badîn?"
-Berxê nêr ji bo kêr.
Rehme li dê û bavê te, îcar te fêm kir çima rûs ji komara te hez dikin?

📖 Sayfa 117 · Mijabad, Jan Dost

Çavên min sed xefk( kapan ) li ber çivîkên xewê vedane, lê her ku çivîkek nêzîkî xefkekê dibe bîranînek diteqe û wê difirîne.

📖 Sayfa 15 · Mijabad, Jan Dost

Aşk, şarap ve kaval dışında,
eskiyen her şey sıcaklığını yitirir.

Sisli Şehir, Jan Dost

Eger kurmanc hemî yek bin bibin yek al û yek leşker
Li te mizgîn gelek şa be ne dûre dewleta kurda.

Dîwana Jan, Jan Dost

Xwendin tenê sebra dilê min bû li vê cihana hov û nezan.

Tozistan, Jan Dost

berxikên xeyalên xwe, li deşta xewê biçêrînin

3 Gav û 3 Darek, Jan Dost
Bu sayfadaki alıntılar okur paylaşımlarından derlenmiştir. Her sözün altında alındığı eser belirtilmiştir.
Bu yazıyı paylaş Link kopyalandı ✓

وَإِنَّكَ لَعَلَىٰ خُلُقٍ عَظِيمٍ

“Şüphesiz sen pek büyük bir ahlâk üzeresin.”

Kalem Sûresi, 68/4