CANLI

Cegerxwîn'in Dünyasından Paylaşılası Sözler

Cegerxwîn sözleri ve alıntıları

Cegerxwîn kitaplarından derlenen sözler, 11 farklı esere yayılıyor. Bu sayfada en beğenilen 100 tanesi bir arada.

En Beğenilen Cegerxwîn Sözleri

Eger bimrim dixwazim, ko
Bi wan destên te bêm kuştin
Ji çavan bêne dil sed tîr
Di sînga min da xencer bî

Hêvî, Cegerxwîn

Cegerxwîn bes dibêje, pir dirêje
Bese Kurdo, ji xwe rabe tu hişyar!

📖 Sayfa 207 · Ronak, Cegerxwîn

Rune li ber serê min
Berê xwe bide berê min

Agir û Pirûsk, Cegerxwîn


Pîr û kal im, tim dinalim
Evîndar im, birîndar im, çi bêjim?

📖 Sayfa 15 · Hêvî, Cegerxwîn

"Beri her tışti Kurdım."

Kîne Em?, Cegerxwîn

Birûsk û pêt û ar û kevne sojim,
Ji put û lat û lahût re şewatim.
Disojim lê dikim ronî şeva reş
Çira kora ye ev kar û xebatin,
Di vê rê de ez diçim lê seg diqorin. Fidakarim li ser rêça felatim. Dixwazim ez di ser hev re bifûrim Xebatim, şorişim, xweş kêferatim. Cihan tev de wekî pingav û derya Tenê jê re wekî cok û qenatim.

Kîne Em?, Cegerxwîn

Ez şer naxwazim mafên xwe dixwazim...

Kî Me Ez, Cegerxwîn

Ez ji xew rabûm, gulfiroşek dî,
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî.
Gul bi dil didî.

Hebû me yek dil, tev jan û kul bû,
Ne bûme bawer, gul bi dil bidî.
Gul bi dil bidî.

Bazar me kir go, ser bi ser nadim,
Ê gulperest bî, can û dil didî.
Can û dil didî.

Min go kî didî, can û dil bi gul,
Go: ev bazar e, dil bi kul didî.
Dil bi kul didî.

Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.
Dil bi gul didî.

Kîne Em?, Cegerxwîn

Te pir dîtiye derdê xizanî
Naxwazim bêjim tu çêtir zanî...

📖 Sayfa 56 · Salar û Mîdya, Cegerxwîn

Pêlek maye emrê min, ezê bimirim...
* * *
Bir an kalmış ömrüm, öleceğim...

Agir û Pirûsk, Cegerxwîn

Tu zanî ez evîndar im
Dijîm, lê bê cîh û war im

Hêvî, Cegerxwîn

Dijminê millet, rêncberê neyar
Bi xwîna millet, şîn kirin ev dar
___

📖 Sayfa 24 · Salar û Mîdya, Cegerxwîn

"Hate ber derî,
Min lê nenêrî.
Lê gava ew çû,
Min dil daye dû."

📖 Sayfa 273 · Agir û Pirûsk, Cegerxwîn

Ho, ho, şivano, hoho şivano,
Dil bi kulo, bi kovano:

Tu pez berde pişta sûrê
Dest bavêje ser bilûrê

Belkî milet ji xew rabî
Dikim, nakim, şîyar nabî

📖 Sayfa 98 · Ronak, Cegerxwîn

Berî her tiştî ez Kurd im!

Hêvî, Cegerxwîn

“ Hela rabin gele Kurdan
Ji bajaran heta gundan
Bi yek mimê me din berdan
Weha nine musulmani.”

Hayat Hikayem, Cegerxwîn

Hey pale, pale
Das limalê betale.
Paleya genmê sore
Patozan gore, gore
Palan hawirda dore, Çavê maldaran kore.

Hey pale, pale, pale
Das li malê betale.

Paleya genmê şine, Patozan tev çinine.
Pale li hawir civine
Zarok li mal birçîne.

Hey pale, pale, pale
Das li malê betale.

📖 Sayfa 192 · Kîne Em?, Cegerxwîn

Bibin yekperçe û yek xêz û yek bend
...

Hêvî, Cegerxwîn

Ez mirov im ne har im,
Berî her tiştî Kurd im.

Hêvî, Cegerxwîn

Sivik çû bihara min,
Zer bû pelê dara min,
Dûr dûr diçî yara min,
Ez nizanim çi bêjim.

📖 Sayfa 236 · Kîne Em?, Cegerxwîn

Em saza hebûnê
Doza peydebûnê*

📖 Sayfa 134 · Ronak, Cegerxwîn

Çiqqas dijwar e, çûna bê veger!

Hêvî, Cegerxwîn

Welat ta kengî
Wilo parçe bî
Em tev di nav de
Jar û şikestî

📖 Sayfa 69 · Ronak, Cegerxwîn

Nezanî ketbû nav welat.

📖 Sayfa 90 · Ronak, Cegerxwîn

...
Rast e ez bê dost û yar im, lê ne dîn û gawir im
...

Hêvî, Cegerxwîn

Bımri koledar, bımri zordesti
Bıji azadi, bıji serbesti...

📖 Sayfa 70 · Kîne Em?, Cegerxwîn

Bawer bikin ey yarê min, heval û hem gûhdarê min;
Her gav û her êvarê min, naxoş û hem bêzar e dil.

Geh ar e dil, geh av e dil, geh tar e dil geh tav e dil,
Murxê seher der dave dil, lewra Cegerxwîn par e dil.

Agir û Pirûsk, Cegerxwîn

Dil bi kul û bi derd im
Xwîna şehîdên Kurd im

Ronak, Cegerxwîn

Çiqqas dijwar e, çûna bê veger!
•••••••
Ne kadar da zordur, dönüşü olmayan gidişler!

📖 Sayfa 25 · Hêvî, Cegerxwîn

Açlık, çıplaklık, yangın, talan; Kürt milletinin payına düşen bu oldu.
Namus, düşman ayaklarınca çiğnendi.

Hayat Hikayem, Cegerxwîn

Şêr şêre, mêr yan jine
Nîşan bi dest, Leyla min e
Polaye dil wek asine !..
Leyla kîye?
Leyla jine.
Leyla mine,
Leyla mine...

📖 Sayfa 338 · Kîne Em?, Cegerxwîn

Ey hevala evîndar
Tu jî wek min birîndar

Şefaq (Diwan 6), Cegerxwîn

Winda nabin em bi dar
Ey peyrewê koledar

Em bindestin, serbilind
Çi li şar û çi li gund.

Em nayêne pişavtin
Roj nayêne veşartin

📖 Sayfa 43 · Ronak, Cegerxwîn

Hetta niha em rast diçûn,
Idî werin em çep herin!

📖 Sayfa 26 · Hêvî, Cegerxwîn

..
Du derdên me hebûn dijwar û xeddar
Xizanî yek, ewê dî her nezanî
..

Sewra Azadî, Cegerxwîn

Dibî bavê te di şerde bimrî
Zinhar, kurê min nebî tu bigrî
Em têne kuştin ji bo tu nemrî
De rabe
Ser xwe,
Kurê min
Rabe!

📖 Sayfa 388 · Kîne Em?, Cegerxwîn

Hey bêbext!
Çavên we birjin

Kî Me Ez, Cegerxwîn

Şêr û pılıng tev de çûn,
Rasti Serik penir bûn.
Vi jê xwar û wi jê xwar,
Yeki jı ê dî re got,
Her dû rabûn bûne cot.
Go em herin cem rovî,
Seydayê wehî û kovi.
Ewê me li hevdû bêni,
Çavê mêrik derêni.
Her dû çûne cem rovi,
Dûne derwêş û sofî.
Doza xwe jê re gotın,
Dıl û cergê wê sotın.
Rovi go de rabın zû,
Jı mı'r binın terazû.
Wan terazû ani ber,
Rovi penir dani ser.
Alik pir û yek sıvık,
Lekınek ya gıran bır.
Ew jı a di bû sıvıktır,
Gelı ev xwar û gelı ew xwar,
Heta ko ma ben û dar.

Kîne Em?, Cegerxwîn

Heta dil ranewestî
Ez nabējim bi sistî
Kêr gihaye ser hestî‏
‏Ez nizanim çi bêjim

Ronak, Cegerxwîn

Dıxebıtın şev û roj şerm ehê ji bırçi ne,
Welat lı ser nave me le em te de bê ci ne! ..

Kîne Em?, Cegerxwîn

Ji dijminan re Egîd û comerd û nandar in;
Ji xwe re parsek û bêmîras û pergal in.

📖 Sayfa 22 · Agir û Pirûsk, Cegerxwîn

Keko Ez cegerxwînin.
Dil bi kul û birînim
Van ayetan dixwînim‏
‏Ez nizanim çi bêjim

Ronak, Cegerxwîn

Payebilindî,
Welatperestî!
Çekên qelsane
Jarî û mestî...
Zana û jîrim
Bindestê dijmin
Çiqas dijware
Evreng bindestî!

Kîne Em?, Cegerxwîn

Hebû me yek dıl, tev jan û kul bû
Ne bûme bawer, gul bı dıl bıdi
gul bı dıl bıdi
( Acı dolu yarali bir kalbim vardı, gülü gönüle değiştireceğine inanamadim, gülü gönüle değiştireceğine inanamadim.)

📖 Sayfa 98 · Kîne Em?, Cegerxwîn

...
Jîn im, hebûn im, tevger im.

Hêvî, Cegerxwîn

Netirse,riya rast bimeşe.

Korkma,doğru yolda yürü.

📖 Sayfa 174 · Kîne Em?, Cegerxwîn

Bextê te reş e, ji rengê bilbil,
Her dem digerî li xunceya gul.
Doza te gulek ne wek gula ye,
Lewra te li pêşî bilbila ye.

📖 Sayfa 30 · Agir û Pirûsk, Cegerxwîn

Pişta xwe em nadin ecem, da em bijîn tev dem bi dem .
Bê kuştin û derd û elem, em kurd kurê Keyan e bes.

📖 Sayfa 21 · Agir û Pirûsk, Cegerxwîn

Te ez kuştim bi van nazdariyan bes!

📖 Sayfa 109 · Hêvî, Cegerxwîn

Şêrînê pêşî, wek şeker
Pê xweş dibin can û ciger
Dawî li min dil kir du ker
Ahî ji destê te evîn

Ronak, Cegerxwîn

Îşev civanê me ye
Bêjin keçê bila bê
Li nav bexçe rê heye
Ko em vexun şerabê

Emê rûnin li banî
Mase li jor me danî
Da ko nebit xuyanî
Şêrîn û mahî tabê !
...

Ronak, Cegerxwîn

Welatê min bihişt e kaniya zêr
Belê şêr tê de birçî ne, gur in têr

Kîne Em?, Cegerxwîn

Xwendewarên kurên Kurd
Em li qada xwe zigurd
Bes in kul û xem û derd
Ez nizanim çi bêjim

Hemî destan bidin hev
Xebat bikin roj û şev
Ji dil dibêm, ne bes dev
Ez nizanim çi bêjim

Ronak, Cegerxwîn

Welatê me Kurdistan
Wer namênî kolistan

Ronak, Cegerxwîn

Tu zanî "NA" çi dijwar e?
Jî ber wê dil tijî ar e
Perîşan û giranbar e
Bihare dil çi "NA NA" ye?

Hêvî, Cegerxwîn

Miletê Kurd her tenê
Maye li dinyê bê serî
Bes yekîtî tê da nîn e
Her eşîrek sed kerî

Aşitî, Cegerxwîn


Mirin yek car e...

bir keredir...

📖 Sayfa 20 · Hêvî, Cegerxwîn

Ey heval Robson dengbêjê cîhan
Paşmêrê selam zana û insan
Gernas û rênas, dijminê Dalas
Di ser ava re, di ser çiya re
Rengê te ê reş tê ber çavê me
Dengê te ê xweş xweş tê guhê me
Ev xebata te didî me hêrzan
Kêferata te didî me lerzan
Ev tevgera te ji bona insan
Pir jê ditirsin axa û dehqan
Xwedî sermiyan ji te ditirsin
Hemî xanedan ji hev dipirsin
Dibêjin reşik çawa şiyar bûn?
Destê hev girtin li ber me rabûn
Dalas ditirsî weke Mak-Arsî
Di ber piyan çûn pir tac û kursî
Xwedî sermiyan serê xwe hildan
Dibezin, dilerzin, dicivin, direvin
Ji meydan…

Kîne Em?, Cegerxwîn

Evîn ji pêta agirî
Dil girtiye qet namirî
Fêde çine ah û girî
Ahî ji destê te evîn

Nalîn ji ber daxên dikul
Jan daye cerg û nav û dil
Lê, min şikestin pişt û mile
Ahî ji destê te evîn

Gava ji dilber dûr dibin
Birîn di dil de kûr dibin
Sermest û pir rencûr dibin
Ahî ji destê te evîn

Pir ah û pir awaz didim
Perwaz a rengê baz didim
Diser cyan re bazdidim
Ahî ji destê te evîn

Ger çi ku min bazare dil
Pêt û birûsk û are dil
Paytext û warê yare dil
Ahî ji destê te evîn

Ronak, Cegerxwîn

Navên me guhertin;
Da bibêjin, ne kurdin

Lê bizane, ey neyar!
Zivistan çû, tê bihar‏

‏Ew giyayê bin kevir
Şîn tê rojek diçî der

Ronak, Cegerxwîn

...
Çiqas dijwar e, çûna bê veger!

Hêvî, Cegerxwîn

"Şêr şêr e û çı jın e, çı mêr e!"

Kîne Em?, Cegerxwîn

Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî ?
Diyare yar dixwazî min bi yarî

Dixwazim can û dil jêre bişênim
Tenê şerme, hemî derd û hejarî

Dixwazim herdû çavan jere rekim
Biker nayên, ji wan her xwîn dibarî

Divêm jêre ziman û dev bişênim
Ne hêjane şev û rojan bi zarî

Nizanim ez, çi hêjaye ku rêkim ?
Cihan pêkve bihayê biskê tarî

Serî, naçare min danî li ber pê
Me go: şahim, tu pêlêke siwarî

Ronak, Cegerxwîn

Kurmanc hemî axa û beg û mîr û mela ne,
Hîkmet ev e her dem ko belengaz û geda ne

Agir û Pirûsk, Cegerxwîn

Pêlek maye emrê min, ezê bimirim...

Agir û Pirûsk, Cegerxwîn

Ciger-xwîn bes bibêje, pir dirêje
Bese kurdo, ji xew rabe tu hişyar...

Ronak, Cegerxwîn

Em guh nadin ceng û şer

Şefaq (Diwan 6), Cegerxwîn

Ey dilberê!
Peyxamberê
Lêv şekerê
Ka soz û peymana berê?

📖 Sayfa 154 · Ronak, Cegerxwîn

Sivik çû bihara min
Zer bûn pelê dara min
Dûr dûr diçî yara min‏
‏Ez nizanim çi bêjim

Ronak, Cegerxwîn

Welate Kurdan hemi çîmene,
Egid û şer û piling te hene,
Hemi heval û pismame me ne.

Kîne Em?, Cegerxwîn

Ronikên xuşk û diya
Ez axîna sêwiya
Ez gazînên jinbiya
Ez nizanim çi bêjim

Ronak, Cegerxwîn

Tu hatî lêvşirîna min!
Evînû û dilvirîna min!
were xweşke birîna min !
Di ser çavên mera hatî !

Bi xemlû xêz tu wek Zîni
Şepalû şeng û şêrînî
Ji daxwazê re dûrbînî
Bi dîdarê petû latî !

Ronak, Cegerxwîn

Ev tac namîne li ser serê te.

📖 Sayfa 49 · Salar û Mîdya, Cegerxwîn

"Berî çil sal te yek awir veda dil,
Heta îro dilê xemgîn bi renc e."

Hêvî, Cegerxwîn

Ne zordestî,nejî dîn.
Seyda nabî Cigerxwîn.‏

Ronak, Cegerxwîn

Pir nêzike sewre rabi, leşgerê Kurdi û sor.

📖 Sayfa 202 · Kîne Em?, Cegerxwîn

Leyla kî ye?
Leyla jin e.
Leyla min e
Leyla min e...

📖 Sayfa 54 · Şefaq (Diwan 6), Cegerxwîn

Ez xweş mirovim
Ne hirç û hovim
Lê çi bikim bê şer
Dijmin naçî der

📖 Sayfa 10 · Kî Me Ez, Cegerxwîn

"Em şer naxwazin lê ew tê ber derê me."

Zend-Avista, Cegerxwîn

Dewlemendan kodik xistiye nav lingên xwe,
Guh nadêrin ka belengaz çima nal-nal in.

📖 Sayfa 22 · Agir û Pirûsk, Cegerxwîn

Didin ber şewatê çi mizgeft û dêr
Zikê jin û kalan çirandin bi kêr

Zend-Avista, Cegerxwîn

Tev mirovin em bi carek
Gewr û sor û reş çiye ?
Sed tif û sed tif bi barin
Zor û dîktatorî ye

Kîne Em?, Cegerxwîn

Lê bı kuştın û zından mıletê Kurd namıri.

Kîne Em?, Cegerxwîn

Ey hevalê evîndar
Tu jî wek min birîndar...

Şefaq (Diwan 6), Cegerxwîn

Ev hesin û avanî
Karê destê meye tev
Divê ko em bistînin
Têde bibin wekê hev
Mal û gund û av û dar
Li hev par û leva kin
Vê nîzama faşîstî
Bi zor ji ser xwe rakin

📖 Sayfa 124 · Kîne Em?, Cegerxwîn

Sûnd xwar ji te pêve kesî ev der ne pelandî
Min go: ji xwe ez diçme cihên kes ne gihiştê

Ronak, Cegerxwîn

Hetta ku em nebin yek
Dest navêjin dar û çek
Em ê bijîn wek parsek

Hêvî, Cegerxwîn

...
Min go: Belkî tu şêr î
Lê xuya ye tu pisîk î!

Hêvî, Cegerxwîn

Dijîn em her li ser şax û zinaran,
Kevir balîf e bo me, qad e doşek.

📖 Sayfa 28 · Agir û Pirûsk, Cegerxwîn

Ez ciwanim terh û katim
Pir şirînim wek nebatim
Ne ji bo malê te hatim‏
Min divêtim zewg û tam‏

Ronak, Cegerxwîn

Şam şekir e welat şêrîntir e
...

Sewra Azadî, Cegerxwîn

Destê şêx maçi mekin
Ev şêx ne qutbê razi ye
Tac û şewket tev xebata
Destê sar û taziye.

Türkçesi
Şeyhin elini öpmeyin
Mukaddes değil elleri
Bilin ki tac da kudret de
Emeğidir çıplak elin

📖 Sayfa 201 · Hayat Hikayem, Cegerxwîn

Ka bibêje vê şevê
Tu hatiye, çi divê?

📖 Sayfa 66 · Hêvî, Cegerxwîn

Keç û kurên kurd hemî şiyar bin
Ji bo serbestî hemî li kar bin
Ji hev re dost bin dijê neyar bin
De rabe
ser xwe
kurê min
rabe!

Hêvî, Cegerxwîn

Jı zor û zılmê jı koledaran zû zû xelas bi.

Kîne Em?, Cegerxwîn

Tenê cotkar û karker
Dibin êzing ji bo şer.

📖 Sayfa 254 · Kîne Em?, Cegerxwîn

Hebûn çi ye, bê evîn?

Şefaq (Diwan 6), Cegerxwîn

Muyek ji te nadim
Bi hezar zîn û şerînê

Ronak, Cegerxwîn

Pir xweş e pir xweş e
Ev dinya pir xweş e
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geş e
Dev likenin sorgul
Ser dihejin sunbil
Xurxur ji avê tê
Hilm û sirra bê tê
Pir xweş e pir xweş e
Ev dinya pir xweş e
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geş e
Destê yar bi destim
Ez serxweş û mestim
Kûpik dev û lêvin
Mêze herdû sêv in
Pala xwe da ser min
Bê fehêt û şermin
Gelek xweşe ev jîn
Em bûne wek Mem û Zîn
Pir xweş e pir xweş e
Ev dinya pir xweş e
Yar paldaye ser min
Rû wek gula geşe
Em zava û bûk in
Pêwan li me çûk in
Pal dane ser şînî
Kesek me nabînî
Hawir me zennar in
Perde pel û dar in

Kîne Em?, Cegerxwîn

Kes nizanî bê çima ez dûr kirim dilgawirê
Piştî wan sozên şirîn ez dê bi kê kim bawerê?
Şerbeta lêvên disor nadim bi ava Kewserê
Ger di roja serxwebûnê ez nebênim dilberê
Dê cihanê bikme wêran ez bi ah û keserê

Hêvî, Cegerxwîn
Bu sayfadaki alıntılar okur paylaşımlarından derlenmiştir. Her sözün altında alındığı eser belirtilmiştir.
Bu yazıyı paylaş Link kopyalandı ✓

وَإِنَّكَ لَعَلَىٰ خُلُقٍ عَظِيمٍ

“Şüphesiz sen pek büyük bir ahlâk üzeresin.”

Kalem Sûresi, 68/4