CANLI

Helîm Yûsiv: Çarpıcı Sözler

Helîm Yûsiv sözleri ve alıntıları

Helîm Yûsiv, dünya edebiyatının en çok okunan yazarlarından biridir. Bu sayfada Helîm Yûsiv kitaplarından en beğenilen 100 sözü, her birinin alındığı eser ile birlikte derledik.

En Beğenilen Helîm Yûsiv Sözleri

Ez dikim nakim, kêfa min ji van kûçikbavan re nayê.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Gelo mirovê di navbera xew û şiyarbûnê de windabûyî, dikare xwe nasbike?.

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

"Hûn xwediyên dilên textikî ne."

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

İnsanlar da acıktığında bir şeyler yiyorlar ve yiyecek bir şey bulamadıklarında, birbirlerini yiyorlar. Güçlü olan güçsüzü yutuyor. Yiyecek insan eti de kalmayınca, kendisini yiyor...

Dişsiz Korku, Helîm Yûsiv

Tu ne Cizîrek tenê yî Botanê,
tu welatekî saxî.

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Ev hespê min e. Ez wî ji wêneyê xwe bêhtir nas dikim.

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Bêbavê xweşikbûn ji kesî re nehiştibû.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Wey li min û li vî zemanê bênamûs.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Bi vî awayî gund bûbû kulmek tenî.
Dizî pirr bû, kuştin zêde bû, kertfiroşên şensê (yanesîb) bûn bisedan. Boyaxçî, etar, dendikfiroş, namûsfiroş, cûzekar, qumarçî, qaçaxçî, bazirganên bêbext, sikakên gund tijî gemar bûn.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Ev bêhna çiya ye
Hawîrdor giya ye
Wek bêhna bûka ye
Bêhna vê dîlanê

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Em ji Xweda re ne û emê lê vegerin!

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Ev dil çi mirov şeperze û bêrûmet dike lo.

📖 Sayfa 71 · Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Ev dil çi mirov şerpeze û bêrûmet dike lo.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Jin jî ku ji dil hez dike, gava dimeşe, evîn
li dewsa piyên wê şîn tê.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

evîn û mirin yek in.
Her du carekê tenê tên.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

- Tu çi dikî Azad?
- Yadê, ez li Xwedê digerim.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Hilkişim ser serê çiyayekî bilind, li vî welatê ku ji pêvî mirov, her tişt lê mezin e. Koletî mezin e. Mirin mezin e. Bênamûsî, xiyanet, tirs mezin e. Ez ê herim jora wî çiyayê bilind û ez ê ji Xwedê re bêjim; ma qey tê me heta hetayê ji bîr bikî?! Û ez ê xwe ser serî bavêjim ser vê axa bêhest. Ez ê wekî qantirekî serjêkirî, xwe di xwîna xwe de bigevizînim, heta hiş û dilê min pûç bibin.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Gelo ezê wê xwîna mina ku rijiya jibîr bikim?

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Heta welat çênebe, ez venagerim!
...û çû.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Bi Xwedê birînên me karin hesin jî bihelînin.

📖 Sayfa 20 · Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

"Hûn xwediyên dilê textikî ne"

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

- Bi Xwedê, du dîn di bajarekî de nabin.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Xwedêyo tu dilê min bi roniya xwe bişo.

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

"Ji bo Xwedê, rêyekê bidin ber min, ji bo ku ez jibîr bikim."

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

- Qey qedera me ye ku em heta mirinê kole bimînin.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Ax, ev çi êşe, di sînga min de?

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

"Mirov ev e, tim gazinan ji sola xwe dike û şaşitî di lingên wî de ne."

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Ez baran im, lê ka ku erd pê zanibe.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

“Oxir be ji hemû şehîdên Kobaniyê re. Em bi we serbilind in.”

Firîna Bi Baskên Şikestî, Helîm Yûsiv

- Çima mirov li ser lingan dimeşe, ne li ser destan?

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Wey lanet li qûna pîrika te bibare.

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Xwedê ji jinan acizbû

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Sînorê ku dil perçe dike

📖 Sayfa 39 · Gava Ku Masî Tî Dibin, Helîm Yûsiv

Ez ê şer bikim, heta ku dilê min azad bibe.

Memê Bê Zîn, Helîm Yûsiv

We malên me xera kir, we bajarên me wêran kir, we xweşiktirîn keç û xortên me kuşt, lê we nekarî xwesteka jiyanê û hezkirina di hundirê me de bikujin.

Firîna Bi Baskên Şikestî, Helîm Yûsiv

Jin jî ku ji dil hez dike, gava dimeşe, evîn li dewsa piyên wê şîn tê. Giya li ber lingên wê û bi gavavêtina wê re şîn tê.

📖 Sayfa 79 · Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

"Yê ku bizina min bidize ez ê çêleka wî bidizim û ez ê pozê bavê wî jî nav rêxê bidim."

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Xwedêyo bitenê me
Xwedêyo çav li rê me
Nizanim li hêviya kê me
Tenê zanim ez tenê me

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Wey li min û li vî zemanê bênamûs.
Çi zemanekî berevajî lo!..

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Bira bira ye û bazar xuya ye. Welat bi perane, ev welatê we bêkêr e. Jiyan lê jehre

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Em doza serxwebûna welatekî dikin, jixwe em ê bên kuştin.

📖 Sayfa 52 · Gava Ku Masî Tî Dibin, Helîm Yûsiv

ji sûndên bi derewan aciz bûme. Dilê min nema vî tiştî dipejirîne.

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Wey li min û li vî dilî

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Li serê van çiyayên bilind, di ber bayê azadiyê yê hênik re tu hatî bîra min.

📖 Sayfa 40 · Gava Ku Masî Tî Dibin, Helîm Yûsiv

Di wê baweriyê de bû ku evîn û mirin yek in. Her du carekê tenê tên.

📖 Sayfa 39 · Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Nizanim çima Xwedê em bê welat, bê
rûmet û rezîl berdane vê dinyayê.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Xwedê ji çavtengan re nehêle, ji vanên ku nanê mirov ji devê wî derdixînin...

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

-Na, naêşe sibe ez ê herim cem bijîşk.
Lê (sibe) nehat û... nehat.

📖 Sayfa 9 · Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Min dixwest wê rojê ez li ser xwe û li ser her kesî bigirîm û min wisa kir.

📖 Sayfa 103 · 99 Morîkên Belavbûyî, Helîm Yûsiv

“Cara yekem bavê me Adem diya me Hawa dît, yan jî pêrgî wê hat û jê ve nêzîk bû, berf li erdê bû. Adem pişta wê danî ser berfê û ket ser sînga wê. Hawa gotê; sare, ji serma pişt bi min ve nema.
Adem lê vegerand; Cihê zikê min germe, îşê min çi ji pişta te ye.”

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

"Ez ê erd û ezman bi hêsirên xwe bişom."

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

“Mirî jî xewnan dibînin “

Jinên Qatên Bilind, Helîm Yûsiv

Lo lo siwaro
Rêka min dûr e
Ez bê heval im
Derdê min kûr e
Hesret giran e
Derdê dilan e
Bêkeso dilo
Tim êş û jan e .

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Hîn xêr li dinyayê heye. Ne wisa ye Tacdîn?

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

- Çima tu bi apê xwe re tirî nafiroşî?
+ Min dixwest jê re bibêjim ku, ez hunermendim apo. Min dizanîbû ku wê têra xwe bi peyva Hunermend bikene û wê bipirse:
-Hunermend çi ye? Firotina pîvazan ji hunerê bêhtir nan dide mirov.

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Xwedêyo dilovaniya te... Xwedêyo parastina te.

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Ya kendi kafamızı yiyeceğiz ya da birbirimizin kafasını...

Dişsiz Korku, Helîm Yûsiv

“Kerbeş divêt kerê reş, qedrê gulê çi zanî.”

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

dema Bêmalê por berdida. Sed şax li ser piyan şîn dihatin. Carekê jî Bêmalê sînga xwe jê re vekir, dused kevok jê firiyan.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

"Em ê bi zorê bênderan bajon. Mafê me ye!.."

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Erê yadê, Xwedê me ji gumanên gunehkariyê dûr bixîne.

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Nizanim li hêviya kê me
Tenê zanim ez tenê me

📖 Sayfa 68 · Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

gelo çima ji her tiştî bêtir ez bi gorê ve hatime girêdan?

📖 Sayfa 18 · Memê Bê Zîn, Helîm Yûsiv

Erê birîn di nîvê dil de ye û giran e, lê yê ji bo armancekê kar bike, wê dawiya dawî bigihêje encamekê.

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Min pirsa wî welatî ji te dikir. Te berê xwe dida çiya û te digot:
- Li wir... ez ê şer bikim, heta ku dilê min azad bibe.

Memê Bê Zîn, Helîm Yûsiv

Nebêjin ez komeke ax im û hew.
Ez şitlek ji axa herifî me.
Zeman ez di vir de çandim

📖 Sayfa 41 · Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

"Ji Xwedê bitirsin lawo. Ma qey çavê we têr nabe? Xwedê mala we xera bike.."

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

-Ev nalîna evîndara ye bavo!

📖 Sayfa 15 · Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Her pinpinîkek ji van rihek e,giyanê mirovekî miriye û nabe bi tu awayî mirov wan aciz bike.

📖 Sayfa 104 · 99 Morîkên Belavbûyî, Helîm Yûsiv

Her dilkoçer bû.

📖 Sayfa 17 · Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Gelo ez jî mirî me, ez bi xwe nizanim?

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Bi Xwedê rihê min pê ve ye.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Ji bo Apê Mûsa Anter
Tê bîra te...
ew dara ku te li hewşa xwe
çandibû vaye...
di ser dîwaran re
şaxên wê gihîştine hewşa
me jî li Amûdê.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

wî pîlotî re wiha bigota:
-Ji kerema xwe bihêle ku ez hinekî din mezin bibim.

📖 Sayfa 56 · Gava Ku Masî Tî Dibin, Helîm Yûsiv

"Ava hêdî hêdî, min ecêb jê dî."

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Xweziya min bi dilê te. Xweska mirov ji hesin ba.
...
Bi Xwedê birînên me karin hesin jî bihelînin.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

"Xwezî min zanîba, bê çi di wî dilî de ye.."

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Li ser rûyê vê erda fireh, tu ne yê yekemînî, ku tu hez dikî lawo.

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Çoğu zaman kendimi büyük bir hayvanat bahçesindeymişim gibi hissediyorum. Her insan tamamlanamamış bir hayvan projesidir. Hayvana benziyor ya da bana her an, herkese zarar verebilecek bir hayvan gibi görünüyor...

Dişsiz Korku, Helîm Yûsiv

Xewn qedîyan, Hêvî neman, Ronahîya çavan vemirî, Xwezîyên dil hilweşiyan.

📖 Sayfa 7 · 99 Morîkên Belavbûyî, Helîm Yûsiv

Xweşik bû.
Pirr xweşik bû.
Darek ji şînan, ji êşên kor.
Kuştiyê dîrokeke xiniz û tal bû.
Dema bayê felekê li me rabû, bû hevalê çiyan, berf dawerivî,
bû lehî, pêl bilind bûn, bîst û sê salan bilind bûn,
heta gihiştin bejna Fesîh.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Her dil koçer bû.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Roj bi roj, xelkê ronahî ji bîr kirin û bûn hevalê şevê. Reşî bû konê tevan.

📖 Sayfa 10 · Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Eger şer û pevçûn bi dawî bibin û aramî bê em ê vegerin gundê xwe ...

📖 Sayfa 94 · 99 Morîkên Belavbûyî, Helîm Yûsiv

Xwedêyo ez bi tenê me
Xwedêyo çav li rê me
Nizanim li hêviya kê me
Tenê zanim ez tenê me

📖 Sayfa 68 · Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Bijî dînbûn!
Bijî komara dînan!

📖 Sayfa 147 · Komara Dînan, Helîm Yûsiv

Çîroka derdê min dirêj e bira, pir dirêj e

Gava Ku Masî Tî Dibin, Helîm Yûsiv

"Heta welat çênebe, ez venagerim!.."

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

“Em ji Xweda re ne û em ê lê vegerin.”

إِنَّا لِلَّهِ وَإِنَّا إِلَيْهِ رَاجِعُونَ

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Tu çi qas fireh î dinyayê
Lê tu ji qula derzîyê tengtiri
Tu hîn ji serê min... valatirî

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Şeytan ê kor gotîye; "yê ku bi kêrî xwe neyê ez ê li diya wî siwar bibim."

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Rojekê ezê...
Li bin çiyayekî Omerîyan rûnêm û ezê bigrîîîîm û hey bigrîm.

📖 Sayfa 33 · Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Ezê, heta mirinê, ji te hez bikim.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

"Êdî ne bi şer be em ji şer paqij nabin.."

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

- Te muz xwarin?
- Erê.
- Ka qaşil?
- Min ew jî xwarin.
- Heval qaşil nayên xwarin.
- Na lo, wileh xweş bûn.

📖 Sayfa 135 · Gava Ku Masî Tî Dibin, Helîm Yûsiv

Her tişt tevlîhev e. Mirin û jiyan, şîn û kêf, hebûn û tunebûn tev de wekî hev in.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

Kî ji we dimre, wî yan wê di sînga min de vedişêrin.

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

“ Her tişt tevlîhev e. Mirin û jiyan, şîn û kef, hebûn û tunebûn tev de wekî hev in.“

Mirî Ranazin, Helîm Yûsiv

-kî pişta xwe bi Xwedê girêbide, Xwedê wî naxapîne Cirwa.
Erê, Xwedê şîyar e û xelk razayî ne.

Mêrê Avis, Helîm Yûsiv

Diya min digot:"Lawo, eger ku tu nêzîkî pîrekan bibî, divê tûrê te mişt pere bin, yan jî mişt derew bin. Vêca pere tune, man derew".

Memê Bê Zîn, Helîm Yûsiv
Bu sayfadaki alıntılar okur paylaşımlarından derlenmiştir. Her sözün altında alındığı eser belirtilmiştir.
Bu yazıyı paylaş Link kopyalandı ✓

وَإِنَّكَ لَعَلَىٰ خُلُقٍ عَظِيمٍ

“Şüphesiz sen pek büyük bir ahlâk üzeresin.”

Kalem Sûresi, 68/4