
Hesenê Metê kitaplarından derlenen sözler, 16 farklı esere yayılıyor. Bu sayfada en beğenilen 100 tanesi bir arada.
En Beğenilen Hesenê Metê Sözleri
“tenê ew...ew tenê heye, tenê ew û ne tiştekî din “
Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Mezinî... li ba me mezinî tiştekî pîrozwer e, mîrê min. Em
📖 Sayfa 25 · Epîlog, Hesenê Metê
bi simbêleke nûkurkirî dernakevin pêş mezinekî xwe, li pêş
mezinekî xwe nabe kû em titûnê bikêşin...
Ez mam bi tenê. Weke Xwedê bi tikûtenê mam...
Kitêba Salê, Hesenê Metê
Difikirim û ji nav dernakevim ..
📖 Sayfa 31 · Epîlog, Hesenê Metê
Pirî caran bêyî daxwaza xwe ez diketim ramanan. Min xwe dûr berdida û ez dûr diçûm, mîre min.Di her carên weha de min xwe di qunciken şikeftên reş û tarî de didît.
📖 Sayfa 39 · Epîlog, Hesenê Metê
...dizanim ku îşev xew ê nekeve çavên min.
📖 Sayfa 49 · Kitêba Salê, Hesenê Metê
Ma te xwe hînî xwendina kurdî kiriye, keko?
Epîlog, Hesenê Metê
Ez xwe tûj dikim nabe. Ez xwe nerm dikim nabe. Ez dinêrim ku ez çi dikim nabe, mîrê min.
📖 Sayfa 30 · Epîlog, Hesenê Metê
"loma divê mêr jî bi mêraniya xwe bizani bin û feraqan bişon."
📖 Sayfa 80 · Epîlog, Hesenê Metê
Li vê dunyayê em gelek caran êşiyan û hîn jî dêşin, di her carên weha de êş li me bû hêsirên çavan û hîn jî dirijin. Me jî bi wan hêsirên çavên xwe agirê dojehê vekuşt û êdî di ola me de dojeh nemaye.
📖 Sayfa 14 · Tofan, Hesenê Metê
Dema ku dil nexwaze û çavê meriv ji tiştekî nebire... ew ê bibe nîmûna tajîyê, tajiya
📖 Sayfa 30 · Epîlog, Hesenê Metê
ku tu bi zorê berdî nêçirê. Meriv bi ser nakevin, te got ere?
Edebiyata me di erdekî hişk de
📖 Sayfa 46 · Epîlog, Hesenê Metê
kulîlk e, giya ye, nîsk e, nok e û je re av divê. Pewîstî bi avdanê heye.
Ji bo min ne girîng e ku hûn kî ne, hûn çi ne, ji kîjan êl û ehlî ne... û herweha ji min jî nepirsin bê ez kê me, ez çi me û ez ji kî me.
📖 Sayfa 5 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Jin weke Xwedê ne... dixwazim bibêjim mîna yek ji wan hîkmetên Xwedê ne ku bi tevayiya temenekî xwe î dirêj jî meriv nikane wan fahm bike..
📖 Sayfa 31 · Kitêba Salê, Hesenê Metê
Wek zarokekî ku ji gotinên bavê xwe
📖 Sayfa 26 · Epîlog, Hesenê Metê
bişikê pêşiyê çav lê şil dibin û dû re jî av jê tên.
De ka ji bona Xwede tu
📖 Sayfa 14 · Epîlog, Hesenê Metê
riyeke bide ber min, mîre min... xelk çawa dinivisînin, çima
ew hîkmet û ew cesaret li ba min tuneye?
Kî çi dike bi xwe dike..
Ardû, Hesenê Metê
Min bi Kurdî nivîsî ku ji bilî Xwedê û Kurdan kesek nikanibe bixwîne.
📖 Sayfa 52 · Li Dêrê, Hesenê Metê
Dîtina êşê û kişandina êşê du tiştên pirr cuda ne.
📖 Sayfa 112 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê

Divê em fireh bifikirin, divê em mezin bifikirin, divê em large bifikirin ku em berhemên nemir biafirînin. Ev ji tenê bi riyekê dibe, bi riya avakirina ordiyekê. Divê em ordiya niviskaran, alayiyên hunermendan, tabûrên
📖 Sayfa 51 · Epîlog, Hesenê Metê
kulturê ava bikin. Bila pênûsa me bibe sîleh û sîleha mejî bibe pênûs!
- Geniş düşünmeliyiz, büyük düşünmeliyiz, large düşünmeliyiz ki ölümsüz eserler yaratalım. Bunun da tek yolu ordulaşmadan geçer: yazarlar ordusu, sanat alayaları, kültür taburları yaratmak gerek. Kalemimiz silah, silahımız kalem olsun!"
Lê dibêjin her dawiyek destpêkek e.
📖 Sayfa 113 · Epîlog, Hesenê Metê
Guloka dunyayê bi dilopeke hêsirê çavê zarokekî nake...
📖 Sayfa 101 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Dilê min weke kulekê di qefesa singê min de werimî û welê ma...
📖 Sayfa 30 · Li Dêrê, Hesenê Metê
Diya min digot, tiştên ji hêla piyê rastê ve, hertim bi xêr in.
📖 Sayfa 71 · Epîlog, Hesenê Metê
Ev çîrok dirêj e, mîrê min, çawa bibêjim.
📖 Sayfa 14 · Epîlog Smîrnoff, Hesenê Metê
' Meriv bi mirina xwe bawer dike lê bi pîrbûna xwe, na! Jiyan weke avê li me herikî..! '
Smîrnoff, Hesenê Metê
"Da xelk nebêjitin ku:
📖 Sayfa 42 · Epîlog, Hesenê Metê
ekrad bê marîfet in, bê esl û binyad; enwaî milel xwedankitêb
in, kurmanc tenê di bê hesêb in."
Min xwe bi tenê hîs kir, ji herkesên evê dunyayê bêtir min xwe bi tenê û bêkes hîs kir.
📖 Sayfa 32 · Li Dêrê, Hesenê Metê
"Binivisîne! îllam binivisîne! Şerm neke, netirse. Edebiyat xweş e, binivisîne!...
📖 Sayfa 15 · Epîlog, Hesenê Metê
Ew çi dil e ku di defa sîngê meriv de ewqas zû xirab dibe!...
📖 Sayfa 25 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Evîn bîhneke gelekî xweş e, loma zû belav dibe û herkes pê dihese.
📖 Sayfa 44 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Hêviya me Tu î Xwedê, me ji van zalim û dilkeviran xelas bike!
📖 Sayfa 54 · Pêsîrên Dayê, Hesenê Metê
“ Dixwazim bibim dilopek av û li erdê deştekê wenda bibim, lê na... “
Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Ma hezkirin jî gotin e, ezbenî!... Ku ez pêxember bûyama
📖 Sayfa 78 · Epîlog, Hesenê Metê
min ê di hedîsên xwe de bigota ewk e... min ê bigota: "Buhuşta rastkîno di binê lingên jina meriv de ye." Ku ez serokê parlementoyê bûyama, min ê bikira ku hemû parlementerên mêr
bi serê jinên xwe tenê sonda welêt bixwarana.
Divê em pesinê hev bidin, dive em pesinê
Epîlog, Hesenê Metê
hev bidin ku em bilind bibin. Pesin xemla mêran e..."
Çirûskek agirê zêde jî li dojehê nîne, herkes agirê xwe bi xwe re tîne.
📖 Sayfa 25 · Pêsîrên Dayê, Hesenê Metê
Dinerim ku bi qasî me û jêr, jor jî gunehkar û qirêj e... mîna vî erdî, asîman jî ne paqij e...
📖 Sayfa 56 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
ez jî merivek
Labîrenta Cinan, Hesenê Metê
im. Merivekî ji we me, zimanê me, dîroka me, berbora me... ken û giriyê
me yek in

Di wê tariyê de, di wê bêdengiyê de û di wê şevê de ez fêrî gelek tiştan bûm: ez fêr bûm ku hêviyeke xurt çawa dikane bişikê, ez hîn bûm ku baweriyeke xurt çawa dikane li meriv sist bibe, ez hîn bûm ku rastî û derew, başî û nebaşî, zanîn û nezanîn çawa li gel hev û di hemêza hev de ne, ez hîn bûm ku erd û asîman çawa cîh li xwe vediguhere, ez hîn bûm ku mîr û ker ji bo hinekan çiqasî nêzî hev in...
📖 Sayfa 72 · Deftera Sor, Hesenê Metê
"Û weke ku di încîlê de dibêje: Ji dilêkî şewitî û bi dengekî bilind digirim."
Pêsîrên Dayê, Hesenê Metê
Jiyanek kurt û dewlemend ji jiyaneke dirêj û bêmane çêtire e.
Îşev û Çîroka Dawîn, Hesenê Metê
Xwedê hinek ji axê, hinek ji rêxê çêkirine, ewqas!...
Tofan, Hesenê Metê
Her tişt hîç û pûç... û vala ye.
Hefsar, Hesenê Metê
Kê gotîye ku zimanê me têr nake û naşêrîn e! Zımanê me
📖 Sayfa 50 · Epîlog, Hesenê Metê
zimanekî wusa ye ku dema meriv guhdarî dike, meriv dixwaze bajo ser kozikên dijmin!..."
A ji te re, mîrê min, de îcar te dît bê destan çawa li hev tên,
📖 Sayfa 29 · Epîlog, Hesenê Metê
mîtolojî çawa ava dibin, Xwedê çawa têne çêkirin!
Dilê xwe pêt, ruhê xwe safî bike.
Tofan, Hesenê Metê
Ez di qada şerekî de me … şerê ku dijmin jî ez im .
Hefsar, Hesenê Metê
Heta şermek li meriv peyda nebe, meriv bi xwe, bi hebûna xwe, bi bêdestûriya xwe nahese.
📖 Sayfa 51 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Evîn gîyayekî caris e, meriv nizane kengî û li ku derê şîn tê.
Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e, li gundê me cîh jê re tuneye. Bi gotineke din li gundê me: şêr şêr e, jin jin e û mêr jî mêr e.
📖 Sayfa 83 · Labirenta Cinan, Hesenê Metê
Çiqasî dijwar e ku meriv vê daxwaza dilê xwe bi lêv bike...
📖 Sayfa 101 · Epîlog Smîrnoff, Hesenê Metê
“Li gel ku ez Wî înkar dikim, Ew bi min dizane û ez bi Wî dizanim..."
Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Û ez mam bi tenê, nîvçe û vala.
Hefsar, Hesenê Metê
“Evîn bîhneke gelekî xweş e, loma zû belav dibe û herkes pê dihesę.“
📖 Sayfa 55 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
“– Xwezî di vê jiyana xwe ya mayî de min kevir bikişanda lê ne ev diltengiya ji bêzariyê.”
Hefsar, Hesenê Metê
Doktoriya min têra başiya ruhê min nake.
Hefsar, Hesenê Metê
Me hevdu wenda kir... an jî tenê min ew wenda kir.
📖 Sayfa 93 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê

Îbadet û lavayên ji bona Xwedê mîna hêkên binê mirîşkan e... ku meriv zû ji ser rabe û jê dûr bikeve, sar dibe û xêra xwe namîne.
📖 Sayfa 8 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Lê tu nizanî, tu nizanî ku ez wê şevê çend caran mirim û dîsa rabûm.
📖 Sayfa 97 · Labirenta Cinan, Hesenê Metê
“- Ma tu ji vê dunyayê têr nebûyî?"
📖 Sayfa 71 · Labirenta Cinan, Hesenê Metê
Nedixwest kesekî din di vê dunya wî de û bi wî re bijî, nedixwest kesek bibe şirîkê tenêtiya wî …
📖 Sayfa 23 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Ji ber ku anuha bi qasî ku ji Şeytên nefret dikim ez ji Xwedê jî nefret dikim, bi qasî ku ji Xwedê hez dikim ez ji Şeytên jî hez dikim
Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Belê, li jor Rebê alemê û ji jêr jî ev hefsar maye.
Hefsar, Hesenê Metê
Roj li min dibû bar, şev li min dibû keftar.
📖 Sayfa 43 · Li Dêrê, Hesenê Metê
Ku meriv pereyan berhev nekin û nedin wan, meriv ji wan re li çepikan nexin, meriv bi serê xwe bifikirin û bi zimanê xwe bipeyivin... a wê çaxê meriv heram û xayîn in.
📖 Sayfa 63 · Tofan, Hesenê Metê
- Te behsa çepikan kir... bala min kişand ku te jî ji wan re li çepikan nedixist, dibêjim. Na xwe tu jî bûy xayîn?
Dê ka çi xêr li vê jiyanê heye û min çi xêr jê dîtiye.
Hefsar, Hesenê Metê
Her ko diçe dunya piçûk dibe û civak jî dibe weke nokên tahtê
Labîrenta Cinan, Hesenê Metê
Hestiyê bav û kalên me
📖 Sayfa 86 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Li van zozanan çandin
Û îro em bi xwîna zarokên xwe avdidin
Di jiyana xwe de
Di erdê xwe de
Em bi êşê hatin çandin
Û bi mirinê têne çinîn
Ji pirêzeyên me jî diyar e ku
Ev êşên me hertim veşarî man û
Ji bilî Xwedê ti wextekê kesek pê nehesiya.
Mûsa qewmê xwe girt û li ava sor ket
📖 Sayfa 84 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
me jî daye pêșiya ehlê xwe û
em bi çiyayên xwe ketine
em bi zozanên xwe ketine
ev zozanên me
bi qasî bîhna Xwedayan fereh in.
“Rewşeke naxoş û gunehkar, cîhekî gunehkar, wexteke gunehkar, ramanên gunehkar”
Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Divê tu bizanî ku zanîn gunehkarî ye.
📖 Sayfa 74 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
Nivîskarekî baş, ji nava jiyaneke dijwar derdikeve. Jiyanekî nivîskarekî çiqas dijwar be, berhemên ji pênûsa wî jî ewqas giran, kwîr û xweş dibin.
📖 Sayfa 128 · Epîlog Smîrnoff, Hesenê Metê
Tu mîna tavek bêtîn û nanekî bêxwê yê...
Smîrnoff, Hesenê Metê
Ez dibêjim, ku meriv bixwaze yekî bixapîne divê meriv bi tirkî bipeyive, ku meriv bixwaze xwe bixapîne divê meriv bi kurdî bipeyive, te got çi?
📖 Sayfa 44 · Epîlog Smîrnoff, Hesenê Metê
ne tirs, ne hêrs û ne jî kêfxweşî… tiştek hîs nedikir.
Hefsar, Hesenê Metê
Em zarok bûn. Me ji xwe re gorn û goristan çêdikirin û me bi lîstika mirinê dilîst.
📖 Sayfa 29 · Îşev û Çîroka Dawîn, Hesenê Metê
Lê ti rojekê jî mezinekî li nêzî me, mezinekî li dora me ji me re negot û nedigot: hûn hêj zarok in, we jiyaneke dûr û dirêj heye... kesekî bi me nedida zanîn û nedigot: mirin bi qasî çîrokeke dirêj ji we dûr e.
Û em welê mezin bûn

Allah her temiz yüreği kötülüklerden uzak tutsun, belli ki her devrin kendine özgü iyileri ve kötüleri var olacaktır...
📖 Sayfa 32 · Günah, Hesenê Metê
Ez nizanim hûn çi dibêjin, lê hinekan din dibêjin: dema meriv dizewuce ne tenê nan û ava meriv dikeve tûrê jine... Dibêjin aqilê meriv jî dikeve serê wê.
Îşev û Çîroka Dawîn, Hesenê Metê
Ji me ne çêtir in! Ji herkesî û ji hertiştî jî xirabtir in ew!...
Labirenta Cinan, Hesenê Metê
Ken û giriyê me yek in.
📖 Sayfa 9 · Labîrenta Cinan, Hesenê Metê
Binivîsîne! Îllam Binivîsîne! Şerm neke, netirse. Edebiyat xweş e, Binivîsîne!... Divê tu Binivîsînî. Nivîsandin baş e. Çi dinivîsînî Binivîsîne.
📖 Sayfa 13 · Epîlog Smîrnoff, Hesenê Metê
Ma gunehkarî ye ku meriv ji hev hez bikin?
Smîrnoff, Hesenê Metê
“_ Xwedêyo, ew zozanên me bi bilindahiya xwe, bi asêbûna xwe, bi harmoniya xwe ewqas rengîn û ewqas xweş in ku li wan deran nan û av jî nakeve bîra meriv.”
Hefsar, Hesenê Metê
Siz de biliyorsunuz ki, çocuklar toplumun aynasıdır, etraflarından ne duyup görürlerse onları öğrenirler, onlarla büyürler. Madem biz onların büyükleriyiz, o halde onlara iyi şeyler öğretmeliyiz.
Ecinni Labirenti, Hesenê Metê
–Min divê ez bizanim, ezbenî?
📖 Sayfa 94 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
–Te divê tu çi bizanî?
–Hertiştî...
Di rewşeke welê de me: rewşeke germ, rewşeke teng, rewşeke şermezar, rewşeke xeter...
Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
.... Ama unutma, bütün hayatları boyunca insanlar iki şey yapamazlar. Birincisi, çıktıkları yere bir daha dönemezler, ikincisi de ulaşmak istedikleri yere hiçbir zaman ulaşamazlar...
📖 Sayfa 74 · Günah, Hesenê Metê
- Tiştê ku me nebihîstibû jî me bihîst. Ev çi firqûzî ye, gidî! Qaşo misilman e, ho!...
📖 Sayfa 69 · Labirenta Cinan, Hesenê Metê
Ez ne xwediye jiyaneke wusa rengîn im.
📖 Sayfa 53 · Epîlog, Hesenê Metê
hebûn û tunebûn, êş û kêfxweşî, jiyan û mirin li ber çavên meriv di zik hev de mîna nanê germ û pîvazên ter li ber hev, ji bo hev bi harmonî dixuyin.
📖 Sayfa 38 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
- Ma li vê dunyayê tişt tune ku meriv li ser bifikire, mîrê min?
📖 Sayfa 90 · Pêsîrên Dayê, Hesenê Metê
-Nabe, mîrê min, nabe... Ne bi sitran û ne jî bi gotinan...
📖 Sayfa 11 · Epîlog Smîrnoff, Hesenê Metê
Ez dibêjim, ku meriv bixwaze yekî bixapîne divê meriv bi tirkî bipeyive û ku meriv bixwaze xwe bixapîne dive meriv bi kurdî bipeyive, te got çi?
📖 Sayfa 51 · Epîlog, Hesenê Metê
Di odeyê de em bi tenê ne… em dibêjim: ez; tenêtî û bêdengî, em hersê bi tenê ne.
📖 Sayfa 9 · Îşev û Çîroka Dawîn, Hesenê Metê
ez dixwazim bi dengekî bilind têra xwe bigirîm...
Smîrnoff, Hesenê Metê

Ve bilmek günahkarlıktır . Ve her şeyi bilmek , günahkarlığın en büyüğüdür . Ve ben en büyük günahkar ise benim...
Günah, Hesenê Metê
“evîn gîyayekî caris e, meriv nizane kengî û li kuderê şîn tê...”
📖 Sayfa 54 · Gotinên Gunehkar, Hesenê Metê
'Lê her ku Gelto vedixwe, serî li germ û ziman lê dirêjtir dibe.'
Smîrnoff, Hesenê Metê
Kê gotiye ku zimanê me têr nake û naşêrîn e!
📖 Sayfa 44 · Epîlog Smîrnoff, Hesenê Metê
Zimanê me zimanekî wusa ye KU dema meriv guhdarî dike, meriv dixwaze bajo ser kozikên dijmin!...
min destê xwe li gor piraniyê rakir û bi vê yekê re tavilê serwext bûm ku rastî li dereke din e, çawa bibêjim... êdî min jî dizanî û didît: cîhê ku piranî lê bicive rastî ne li wir, lê li dereke din e.
📖 Sayfa 40 · Deftera Sor, Hesenê Metê