CANLI

Çemê Baranê: Şiir Üzerine Berken Bereh'in Akılda Kalan Sözler

Çemê Baranê - Berken Bereh kitap alıntıları ve sözleri

Çemê Baranê, Berken Bereh'in 2019 tarihli Edebiyat alanında öne çıkan eseridir. Çemê Baranê adlı eserden damıtılan en etkileyici satırlar, sizin için aşağıda.

Yazar:Berken Bereh
İlk Yayın:2019
Yayınevi:Avesta Yayınları
Sayfa Sayısı:112
Dil:Kürtçe
ISBN:9786052246504
Okuma Süresi:3 sa. 10 dk.
Türler:Edebiyat, Şiir

Çemê Baranê'dan En Beğenilen Alıntılar

Diçim ji vir , diçim ji vir
bo bêrîya te bikim , diçim ji vir
di dilî de agirê evînê
bo bêrîya te bikim diçim ji vir .

📖 Sayfa 26 · Çemê Baranê, Berken Bereh

Ku esman nebit
teyr û baz j’çi re ne ?

Ku çol û çiya nebit
çem û robar j’çi re ne?

.....

Ku cansaxî nebît
Işq û maldarî j’çi re ne

Çemê Baranê, Berken Bereh

Her tiştê gemar bûyî li vî welatî
__________
Her şey kirlenmiş bu memlekette

📖 Sayfa 18 · Çemê Baranê, Berken Bereh

diçim ji vir
bo bêriya te b'kim diçim ji vir
di dilî de agirê evînê
bo bêriya te b'kim diçim ji vir

📖 Sayfa 26 · Çemê Baranê, Berken Bereh

di paşila min de işq
di dilê min de şîîr
di şikêfta devê min de
Sirûda ramûsanan hejaran

Çemê Baranê, Berken Bereh

Her insan kême mîna pirsekî
Li bersiva xwe digere..

Çemê Baranê, Berken Bereh

ku esman nebit
teyr û baz j'çi re ne?

ku çol û çiya nebit
şêr û xezal j'çi re ne?

ku derya nebit
çem û robar j'çi re ne?

ku ax nebit
dar û nebat j'çi re ne?

ku cansaxî nebit
işq û maldarî j'çi re ne?

û ne j'bo azadî û serxwebûnê bit
Berken û şi'r j'çi re ne?

📖 Sayfa 47 · Çemê Baranê, Berken Bereh

nizane hezkirin çi ye
çawa ye tahma hevşabûnê
bi vê gewdeya xilûxê
bi vî dilê zengarî
rebeno
ji çi re ye
hezar sal bijî

📖 Sayfa 48 · Çemê Baranê, Berken Bereh

mîna robarekî nazdar e evîna min
mîna qevdek tîrêj diherike...

📖 Sayfa 18 · Çemê Baranê, Berken Bereh

nebêjin tu dijî
wek mirovekî...

📖 Sayfa 17 · Çemê Baranê, Berken Bereh

hê germ e xweliya dilê min
hê dinale bilbilê min
biçim ji vir, biçim ji vir
ma kî heye j'te pê ve
bêriya min bike li vir

📖 Sayfa 26 · Çemê Baranê, Berken Bereh

êdî ne xem e ey mirin!
tu ji kû
Bi çi awayî têyî
Bi kêfa xwe yî

Çemê Baranê, Berken Bereh

ne cihû, ne ereb, ne reşik
ti kes bi qasî me berbelav nebûye
nehatiye dûrxistin
ji ser xaka xwe

📖 Sayfa 41 · Çemê Baranê, Berken Bereh

tu tenê yî û birîndar î
rûyê te galeriya xeman
destên te li xurbeta kar û şixul
û dilê te ye tê kutan li ser sinda êşê

📖 Sayfa 12 · Çemê Baranê, Berken Bereh

Ne hewce ye mal û milk
Şîr û hingiv û to
Behr û daristan hebe
Li devera lê bijîm
Ger şev wek hembêza dayîkekî
Ranepêçe xeyalan
Xem û guman pirs li pirsê bar neke
Û bi dengê dîke sibê re
Beytakên min nefirin li ser bajarên
Li benda azana azadiyê
Nebêjin tu dijî
Wek mirovekî

Çemê Baranê, Berken Bereh

xwe biwalîne li şevê
xwe berde newala kulê
were û min amade bike.

📖 Sayfa 18 · Çemê Baranê, Berken Bereh

Me çi xweşî dît ji te, ji yê bawerî bi te anî...

📖 Sayfa 35 · Çemê Baranê, Berken Bereh

tiştek heye teqez
te wiha xwînşirîn dike li ber dilê min
neçariya me ye belkî an jî serhişkiya me
em nawestin ji mêzekirina xwe ya li eyneya avê

📖 Sayfa 31 · Çemê Baranê, Berken Bereh

Da em parve bikin
Wêrekî û azadîye bi' edalet

📖 Sayfa 14 · Çemê Baranê, Berken Bereh

Lê
Min fihêt û şerm e
di pêncî û sê salîya xwe de jî
hê bindest
Û bê dewlet im

Çemê Baranê, Berken Bereh

Ger hebe xiyalek te
dostek te jê re bêjî
wek morîyan rêz bike
peyvên ji dil bi rê ketî

📖 Sayfa 38 · Çemê Baranê, Berken Bereh

Li benda keysê ye neheq û derewkar

📖 Sayfa 40 · Çemê Baranê, Berken Bereh

Ev welat ji bêdrngîya we dibe kavil

Çemê Baranê, Berken Bereh

Xuda yî
ji çiya, robar û esmanî
welatek ava kir
bi navê Kurdistan!
welatek ew çend mezin
welatek ew çend ciwan
warê şêr û mêrxas
xezal û xoşewîstan
li dinyayê bi cih nebû
ti nexşeyan ne eciband
lê dilê min têra wê kir

Çemê Baranê, Berken Bereh

ger hebe xiyalek te
dostek te jê re bêjî
wek moriyan rêz bike
peyvên ji dil bi rê ketî

Çemê Baranê, Berken Bereh

Bi hêminî
Bi xoşewîstî
Wê bizivire
Çerxa cîhanê
Bêtir adilane

📖 Sayfa 9 · Çemê Baranê, Berken Bereh

Ez ji qewmê tîrêjan im
her êwar têm kuştin
Her spêde ji bû ve diwelidim

Çemê Baranê, Berken Bereh

Bi qasî stêrên li esmanî
Dûr im ji rastiya xwe

📖 Sayfa 41 · Çemê Baranê, Berken Bereh

ez ji qewmê tîrêjan im
her êvar têm kuştin
her spêde ji nû ve diwelidim

Çemê Baranê, Berken Bereh

Me dît wek bayê bezê borîn
Ji rûpelên dîroka welatek sêwî
bejna wan ji çiya bilindtir
rûyê wan ji heyvê geştir
Û xwîna wan şîrîntir
Ji hingiv
Ji gezo
Gul dibarin ji singê wa...

📖 Sayfa 23 · Çemê Baranê, Berken Bereh

Her însan kêm e mîna pirsekê
li bersiva xwe digere

Çemê Baranê, Berken Bereh

Wek welatê xwe yê hem heye û hem nîne
dikim û nakim biserûber nabe ev ş’iir .

📖 Sayfa 34 · Çemê Baranê, Berken Bereh

Ez hew razî me
Hûn bijîn li wan qesra
Têr û serêtêra xwe
Û ez
Wiha birçî ,
BÊ ZAR Û ZIMAN

Bes bikin galegal
bila biheşta we ji were be
MIN DÎROKA XWE DIVÊ !

Çemê Baranê, Berken Bereh

jana pirseke bêbersiv
kolan bi kolan, tax bi tax digere
dibe robarek ji xwînê
welatekê dide ber xwe
trajediya bêdewletbûnê
carek din tê teqezkirin

Çemê Baranê, Berken Bereh

her insan kêm e mîna pirsekê
li bersiva xwe digere
da xwe ji kêmasiyan rizgar bike

Çemê Baranê, Berken Bereh

Wê awirên me dilê we bide ber gezan

📖 Sayfa 61 · Çemê Baranê, Berken Bereh

Min bawerî pê anî
Tenê mirin nayê parvekirin
Dema wext li min teng bû
Min pala xwe da dara bîraninan
Guhdariya olanan dengê xwe kir
Min li rûyê xwe nihêrt li ber eyneya avê
Giriyam
Giriyam
Û giriyam

Çemê Baranê, Berken Bereh

Ji min re stranekê vebêj
Kevok li ber semayê bikin
Min bi xew ve bibe
wek hembêza dayikê
Dinya giş bibe warê kulîlkan

Çemê Baranê, Berken Bereh

" Hingî zû diherike wext
her tişt hingî zû diguhere
tu tê nagihê
rastî kîjan e, şaşî kîjan
dibe êş
dibe bar, dibe jan
heyîn û hebûna te..."

Çemê Baranê, Berken Bereh

Bawerî neyînin bi mal û milk
Bi zêr û zîv
Bi dînar û dolaran
Balafir, bas, keştî an trênek wê nebe
We ranegihîne deverên bi aram
Wan qesrên we yên li ser xwînê bilindbûyî

📖 Sayfa 21 · Çemê Baranê, Berken Bereh

Ma nawestî
Ji pirsên bêbersiv

📖 Sayfa 50 · Çemê Baranê, Berken Bereh

de ka destê xwe welato
vî emrê birîndar li te bipêçim
lew dûrî te min ne aqil û sewda
dûrî te bêhiş û hêç im

📖 Sayfa 19 · Çemê Baranê, Berken Bereh

ku mirov Izraîlê xwe be ne hewceyê hewarê ye

Çemê Baranê, Berken Bereh

li dibistanan sirûdên xwekuştinê tên jiberkirin
li mizgeftan fituwa talankariyê tê dayîn...

Çemê Baranê, Berken Bereh

Birîneke xedar e
Her ku diçe belav li dinyayê

📖 Sayfa 15 · Çemê Baranê, Berken Bereh

çend demsalan xwe nû kir
çend çîrçîrok ji bîr bûn
bo nameya nehatî xwendin
bo tovê nehatî çandin
bo bêriya te b'kim diçim ji vir
...

Çemê Baranê, Berken Bereh

dê hilweşe ew kelehên êşê lê kirî
dê vebin deriyên li ser dengê te hatin radan

📖 Sayfa 12 · Çemê Baranê, Berken Bereh

" ji min re stranekê vebêj
li ber tîna wê
bihele hemû çekên li dinê
mizgîniya dinyayekê ragihîne
pez û gur bi hev re bijîn..."

Çemê Baranê, Berken Bereh

ey işq
ew jehra
wek penceşêrê
bi nepenî
dişixule
di bedenî de

Çemê Baranê, Berken Bereh

wê dîrok ji nû ve bê nivîsîn
ferheng
pirtûk
û jiyan
bi awayek
nebînayî
û nehatî bihîstin
mîna robarekî kubar
û hênik
bi pêşengî
bi pîrozweriya
keda insên
û bi coşa hezkirinê
biherike
bila qet şik û fikara te nebe dosto
wê ne dilmayîn
û ne jî neyartî bimîne
wê jiyan
biherike
wek di şi'rê de

Çemê Baranê, Berken Bereh

hatim
ti gotina te heye qey
ji qewmê cinan re

di paşila min de işq
di dilê min de şi'r
di şikefta devê min de
sirûda ramûsanên hejaran

hatim
li esmanê min
deriyê baweriyê heta dawî li ser pişt e

Çemê Baranê, Berken Bereh

wext e
şairek bigirî
ji rastiya xwe re
li ber deriyê Medresa Sor
ya işqê kirî kavil
ya hew kes lê dibe mêvan

Çemê Baranê, Berken Bereh

" brîneke xedar e
mîna lehiya tofanê
ne darek jê filitiye
ne bostek ax
ne jî keda insên."

Çemê Baranê, Berken Bereh

ey işq
a ji Adem û vir ve
sedem, hêz
û şiyana jiyanê
çi dibe
rêya xwe carekê
bi koxikê me jî bixî
li me jî werî rehmê

📖 Sayfa 54 · Çemê Baranê, Berken Bereh

çend demsalan xwe nû kir
çend çîrçîrok ji bîr bûn
bo nameya nehatî xwendin
bo tovê nehatî çandin
bo beriya te b’kim diçim ji vir

📖 Sayfa 26 · Çemê Baranê, Berken Bereh

" Wer bê metirsî pala xwe bide vi kevnekavilî
Lew her çîrok kêm hatiye gotin li vî warî..."

Çemê Baranê, Berken Bereh

ey azadî! bes em li hev werin xezebê
ji hestiyan pê ve nema, ji giyanek ji rengê mirinê
ev esman sedeqeya serê te ye, ev dil
min ji welatê zarokatiya xwe pê vê tiştek nevê

Çemê Baranê, Berken Bereh

Birca Belek
keziyên Dîcleyê dihone
heyv eyneya Selwayê, hibra Mela
işq û welatekî dimeyîne
li Medresa Sor

📖 Sayfa 27 · Çemê Baranê, Berken Bereh

tu rêbir
gelaş
bêbext
dagirkero
dixwazî
mala min hilweşînî
mizgefta min wêran bikî
û bajarê min bibe kavil
welatê'm bibe warê mişk û wawikan

Çemê Baranê, Berken Bereh

" Her kêlîk dijwartir dibû jana derengmayînê..."

Çemê Baranê, Berken Bereh

Sıkça Sorulan Sorular

Çemê Baranê kimin eseridir?

Çemê Baranê, Berken Bereh tarafından yazılmıştır ve ilk kez 2019'da yayımlanmıştır.

Çemê Baranê kaç sayfadır?

Çemê Baranê, 112 sayfadır (Avesta Yayınları baskısı).

Çemê Baranê'ın en ünlü sözü nedir?

“Diçim ji vir , diçim ji vir bo bêrîya te bikim , diçim ji vir di dilî de agirê evînê bo bêrîya te bikim diçim ji vir .”

Bu sayfadaki alıntılar okur paylaşımlarından derlenmiştir. Kaynak eser: Çemê Baranê — Berken Bereh. Eserin tamamı için kitabı edinmenizi öneririz.
Bu yazıyı paylaş Link kopyalandı ✓
“

وَإِنَّكَ لَعَلَىٰ خُلُقٍ عَظِيمٍ

“Şüphesiz sen pek büyük bir ahlâk üzeresin.”

Kalem Sûresi, 68/4