CANLI

Cegerxwîn ve Ronak: Şiir Alanında Anlamlı Sözler

Ronak - Cegerxwîn kitap alıntıları ve sözleri

Ronak, şiir okurlarının yakından tanıdığı, Cegerxwîn'in kaleme aldığı eserlerden biridir. Avesta Yayınları baskısıyla 205 sayfadır. Şiir okurları için Ronak'tan derlenen en akılda kalan sözler burada.

Yazar:Cegerxwîn
İlk Yayın:2003
Yayınevi:Avesta Yayınları
Sayfa Sayısı:205
Dil:Kürtçe
ISBN:9789758637553
Okuma Süresi:5 sa. 49 dk.
Türler:Edebiyat, Şiir

Ronak'tan En Beğenilen Alıntılar

Qelen xwîna min e çibkim?
Divê ko ez bidim carek

Ronak, Cegerxwîn

Dijmin hemu wiloye, 'Elo'ye yan Silo'ye.

Ronak, Cegerxwîn

Her roj û her êvar û şev
Hawar û nalîn tên ji dev
Guh nadine dengê me tev
Heval û hem cînarê min
~~~~~~~~~~~~~~~~~
Her gün, her akşam ve her gece
Feryatlar, inlemeler gelir ağızdan
Kulak vermezler bu sese
Ne dostum ne de komşum...

📖 Sayfa 17 · Ronak, Cegerxwîn

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar!

📖 Sayfa 11 · Ronak, Cegerxwîn

Welat bi zor bixin dest
Lê win mebin êlperest!

📖 Sayfa 47 · Ronak, Cegerxwîn

Cegerxwîn bes dibêje, pir dirêje
Bese Kurdo, ji xwe rabe tu hişyar!

📖 Sayfa 207 · Ronak, Cegerxwîn

Welat ta kengî
Wilo parçe bî
Em tev di nav de
Jar û şikestî

📖 Sayfa 69 · Ronak, Cegerxwîn

Ho, ho, şivano, hoho şivano,
Dil bi kulo, bi kovano:

Tu pez berde pişta sûrê
Dest bavêje ser bilûrê

Belkî milet ji xew rabî
Dikim, nakim, şîyar nabî

📖 Sayfa 98 · Ronak, Cegerxwîn

Em saza hebûnê
Doza peydebûnê*

📖 Sayfa 134 · Ronak, Cegerxwîn

Dil bi kul û bi derd im
Xwîna şehîdên Kurd im

Ronak, Cegerxwîn

Winda nabin em bi dar
Ey peyrewê koledar

Em bindestin, serbilind
Çi li şar û çi li gund.

Em nayêne pişavtin
Roj nayêne veşartin

📖 Sayfa 43 · Ronak, Cegerxwîn

Heta dil ranewestî
Ez nabējim bi sistî
Kêr gihaye ser hestî‏
‏Ez nizanim çi bêjim

Ronak, Cegerxwîn

Keko Ez cegerxwînin.
Dil bi kul û birînim
Van ayetan dixwînim‏
‏Ez nizanim çi bêjim

Ronak, Cegerxwîn

Şêrînê pêşî, wek şeker
Pê xweş dibin can û ciger
Dawî li min dil kir du ker
Ahî ji destê te evîn

Ronak, Cegerxwîn

Îşev civanê me ye
Bêjin keçê bila bê
Li nav bexçe rê heye
Ko em vexun şerabê

Emê rûnin li banî
Mase li jor me danî
Da ko nebit xuyanî
Şêrîn û mahî tabê !
...

Ronak, Cegerxwîn

Xwendewarên kurên Kurd
Em li qada xwe zigurd
Bes in kul û xem û derd
Ez nizanim çi bêjim

Hemî destan bidin hev
Xebat bikin roj û şev
Ji dil dibêm, ne bes dev
Ez nizanim çi bêjim

Ronak, Cegerxwîn

Welatê me Kurdistan
Wer namênî kolistan

Ronak, Cegerxwîn

Evîn ji pêta agirî
Dil girtiye qet namirî
Fêde çine ah û girî
Ahî ji destê te evîn

Nalîn ji ber daxên dikul
Jan daye cerg û nav û dil
Lê, min şikestin pişt û mile
Ahî ji destê te evîn

Gava ji dilber dûr dibin
Birîn di dil de kûr dibin
Sermest û pir rencûr dibin
Ahî ji destê te evîn

Pir ah û pir awaz didim
Perwaz a rengê baz didim
Diser cyan re bazdidim
Ahî ji destê te evîn

Ger çi ku min bazare dil
Pêt û birûsk û are dil
Paytext û warê yare dil
Ahî ji destê te evîn

Ronak, Cegerxwîn

Navên me guhertin;
Da bibêjin, ne kurdin

Lê bizane, ey neyar!
Zivistan çû, tê bihar‏

‏Ew giyayê bin kevir
Şîn tê rojek diçî der

Ronak, Cegerxwîn

Ji dostê re çi rêkim, ez diyarî ?
Diyare yar dixwazî min bi yarî

Dixwazim can û dil jêre bişênim
Tenê şerme, hemî derd û hejarî

Dixwazim herdû çavan jere rekim
Biker nayên, ji wan her xwîn dibarî

Divêm jêre ziman û dev bişênim
Ne hêjane şev û rojan bi zarî

Nizanim ez, çi hêjaye ku rêkim ?
Cihan pêkve bihayê biskê tarî

Serî, naçare min danî li ber pê
Me go: şahim, tu pêlêke siwarî

Ronak, Cegerxwîn

Ciger-xwîn bes bibêje, pir dirêje
Bese kurdo, ji xew rabe tu hişyar...

Ronak, Cegerxwîn

Ey dilberê!
Peyxamberê
Lêv şekerê
Ka soz û peymana berê?

📖 Sayfa 154 · Ronak, Cegerxwîn

Sivik çû bihara min
Zer bûn pelê dara min
Dûr dûr diçî yara min‏
‏Ez nizanim çi bêjim

Ronak, Cegerxwîn

Ronikên xuşk û diya
Ez axîna sêwiya
Ez gazînên jinbiya
Ez nizanim çi bêjim

Ronak, Cegerxwîn

Tu hatî lêvşirîna min!
Evînû û dilvirîna min!
were xweşke birîna min !
Di ser çavên mera hatî !

Bi xemlû xêz tu wek Zîni
Şepalû şeng û şêrînî
Ji daxwazê re dûrbînî
Bi dîdarê petû latî !

Ronak, Cegerxwîn

Ne zordestî,nejî dîn.
Seyda nabî Cigerxwîn.‏

Ronak, Cegerxwîn

Sûnd xwar ji te pêve kesî ev der ne pelandî
Min go: ji xwe ez diçme cihên kes ne gihiştê

Ronak, Cegerxwîn

Ez ciwanim terh û katim
Pir şirînim wek nebatim
Ne ji bo malê te hatim‏
Min divêtim zewg û tam‏

Ronak, Cegerxwîn

Muyek ji te nadim
Bi hezar zîn û şerînê

Ronak, Cegerxwîn

Hin jî di hember pera
Xwe difiroşin wek kera

Ronak, Cegerxwîn

Hezar û sed evîndarin
Di vê rê de birîndarin
Bi qêrîn û bi hawarin
Tenê ez xurt û jêhatî

Di vê rê de gelek mêrim
Piling û ejderû şêrim
Bi tac û gewher û zêrim
Bese seyda ebûgatî !

Cigerxwîn bes bike forta
Tu pîrî lê wekî xorta
Te dil da be şivû rota
Bixwe kohê Eraratî.

Ronak, Cegerxwîn

Ser û dest û pê,sor bûne ji xwîn
Cigerxwîn bigrî, bigrî dilbirîn !‏

Ronak, Cegerxwîn

Çîrok dûr û dirêje
Serî li kû , binî kû?

Ronak, Cegerxwîn

Hemî divên xwîna me
Kesek navê jîna me

Ronak, Cegerxwîn

Belengazin tev zigurd
Eger bimrim, bijî kurd!‏

Ronak, Cegerxwîn

Agir berda dilê min
Kirin kêşî kulê min‏

Ronak, Cegerxwîn

Pala xwe da Ser min
Bê fehet û şermin
Gelek xweşe ev jîn
Em bûne wek Mem û Zîn

Ronak, Cegerxwîn

Hirç ketine nava rez
Gur ji hawir têne pez
Ji xew rabin em bi lez
Ez nizanim çi bêjim

Ronak, Cegerxwîn

Dê çikim ez nav û denga
Dil dixwazî rewş û renga
Awirên şêr û pilinga
Dê çikim kalek heram‏

Ronak, Cegerxwîn

Tu baş bikî,baş dibî
Nebaş bikî şaş dibî

Ronak, Cegerxwîn

Pala xwe da ser min
Bê fehêt û şerm in
Gelek xweş e ev jîn
Em bûne wek Mem û Zîn

📖 Sayfa 141 · Ronak, Cegerxwîn

Yek awirên çavên belek, dil perçe perçe hûr dikî..

Ronak, Cegerxwîn

Pir şirînî, nûgihayî
Wer, li nik min pir bihayî
Lê tu îro ejdehayî‏
‏Ez di nêv benda te mam‏

Ronak, Cegerxwîn

Bijîn kurd û Kurdistan!
Nema dibî kolistan!

📖 Sayfa 85 · Ronak, Cegerxwîn

Dema em dighên hev
Ronî didî ev şew
Xec û siyamedin
Pir Ciwan û rindin

Ronak, Cegerxwîn

Payebilindî
Welatperestî
Çekên qelsan e:
Jarî û mestî

Zana û jîr im
Bindestê dijmin
Çiqas dijwar e
Ewreng bindestî

Destan vemalin
Dakevin meydan
Eger dixwazin
Bigrin serbestî

Ey gernasên kurd
Rabin weke şêr
Ji xwe bawêjin:
Xwarî û sistî!

Xebat ji bo me
Divêt bi xurtî
Dilpak û zana
Gelek bi ristî

Welat xweş bûk e
Xwîna me qelen
Naxî ber sîngê
Bûkê nexwestî

Ronak, Cegerxwîn

...
Gazî dikim kurdên xewar
Rabin ji xew carek şiyar
...

Ronak, Cegerxwîn

Şahî bikin em roj û şev
Maçan ji lêvan bidne hev
Nû xweş dibî rewşa me tev
Ciwan dibin damarê min...

📖 Sayfa 18 · Ronak, Cegerxwîn

Xwedestim ez
Xweristêm ez
Li ber avan
Nivistim ez

Ronak, Cegerxwîn

Dijmin kete nav welêt
Kirin çi tiştên kirêt

Jin û zarok dikuştin
Xanîk ava nehiştin

Talan kirin bê jimar
Kurdên reben man hejar

Di bin destê wan de man
Hey hawar û hey eman!

Ronak, Cegerxwîn

Li her der têne kuştin
Bê xwedî ne, bê pişt in

Ronak, Cegerxwîn

Welat xweş bûk e
Xwîna me qelen

Ronak, Cegerxwîn

Îşev civanê me ye
Bêjin keçê bila bê
Li baxçê rê heye
Ko em vexun şerabê

📖 Sayfa 194 · Ronak, Cegerxwîn

Welat ta kengî
Wilo perçe bî?
Em tev di nav de
Jar û şikestî

📖 Sayfa 71 · Ronak, Cegerxwîn

Ez dîn kirim bê dînê
Serxweş kirim bi dînê
Bi şîşikên evînê
Dil kirye wek kibabê

📖 Sayfa 195 · Ronak, Cegerxwîn

...
Dil bi xem û kul û şîn
Ji dil bûme Cigerxwîn.

Ronak, Cegerxwîn

Kes rê şanî we nadî
We jî navê azadî
Serbest nabin li dinê
Ko zor nedin xwendinê

📖 Sayfa 121 · Ronak, Cegerxwîn

Bûke welat,xwîna me next.

Ronak, Cegerxwîn

Hîç gazinde nekir ji
Maç û gezan, keçkokê
Min ew bi ser hev de givaşt
Û talanê dêw bir
Carek ne xeydî da nebej -
Imê xeydokê -xeydokê!

📖 Sayfa 201 · Ronak, Cegerxwîn

Herçî ku binasî te bi didarî û rindî
Guh nadî bicarek li Xec û Zîn û Şîrînê

Sed Zîn û Şîrîn û Xec û Dilşah û Perîşan
Xemla xwe çirandin bi girî,nalî û şînê

Destbestiyê dergahê te ne sed Mem û Ferhad
Bêzînê ji vê dewlet û vê saxî û jînê .

📖 Sayfa 190 · Ronak, Cegerxwîn

Sıkça Sorulan Sorular

Ronak kimin eseridir?

Ronak, Cegerxwîn tarafından yazılmıştır ve ilk kez 2003'te yayımlanmıştır.

Ronak kaç sayfadır?

Ronak, 205 sayfadır (Avesta Yayınları baskısı).

Ronak'ın en ünlü sözü nedir?

“Qelen xwîna min e çibkim? Divê ko ez bidim carek”

Bu sayfadaki alıntılar okur paylaşımlarından derlenmiştir. Kaynak eser: Ronak — Cegerxwîn. Eserin tamamı için kitabı edinmenizi öneririz.
Bu yazıyı paylaş Link kopyalandı ✓
“

وَإِنَّكَ لَعَلَىٰ خُلُقٍ عَظِيمٍ

“Şüphesiz sen pek büyük bir ahlâk üzeresin.”

Kalem Sûresi, 68/4